Tirkiye: Karvedanên biryara nûkirina hilbijartina Stenbolê
Karvedana biryara Komîsyona Bilind a nûkirina hilbijartinên Stenbolê berdewam dike. Partiyên desthilatê AK Partî û MHP, ji biryarê kêfxweşiya xwe tînin ziman û ji niha ve dest bi amadekariyên hilbijartinê kirin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Karvedana biryara Komîsyona Bilind a nûkirina hilbijartinên Stenbolê berdewam dike. Partiyên desthilatê AK Partî û MHP, ji biryarê kêfxweşiya xwe tînin ziman û ji niha ve dest bi amadekariyên hilbijartinê kirin e.
Lê bi piranî, rexne li biryara Komîsyona Bilind tê girtin ku, li gor daxwaza desthilatê biryar da ye û dadgeh bi giştî ketin e bin kontrola desthilatê.
Mijarek ku zêdetir tê nîqaşkirin jî, helwesta Kurdan û dengderên HDPê ye. Jiber ku, Ekrem Îmamoglu namzetê CHPê bi piştevaniya dengderên HDPê û banga Selahedîn Demîrtaş hate hilbijartin. Lê niha desthilat piştî 8 salan rê da ku, parêzerên Ebdula Ocalan bi wî re hevdîtin encam bidin. Peyamên Ocalan jî wek piştevaniya desthilata Tirkiyê tê nirxandin. HDP dibêje, helwesta wan neguherî ye.
Sezaî Temelî - Hevserokê HDP got:
"… Dibêjin gelo HDP li Stenbolê wê namzetê xwe nîşan bide yan na, HDP dê çi bike? Divê civak bi van tiştan re neye mijûlkirin. Li ku derê neheqî û bêdadî hebe, HDP li wê derê helwest digre. Ji bîr nekin, bê HDPê encamên hilbijartinên 31'ê Adarê weha nedibûn. Bê HDPê siberoj jî nabe. Bi pirsên "Gelo dê HDP çi bike" demê xwe wenda nekin. Pirsa rast ev e, hunê çi bikin? Hin bêdadiyan dibînin, ji hinekan re çavên xwe digrin. Têkoşîna demokrasî weha nabe. Biryarbûn pêwîst e. "
Serokomarê Berê yê Tirkiyê Ebdula Gul ji pêvajoyê pir dilgiran e û nerehet e. da xuyakirin, ew biryara Komîsyona Bilind li ser demokrasiyê gefek dibîne û diyar e ku, Tirkiye di warê demokrasiyê de pêşve neçûye.
Ewropa jî, ji biryara Komîsyonê nerazî ye.
Rojnameya Almanî Der Spîgel jî, hember biryara Komîsyona Bilinda Hilbijartinê nerazîbûn nîşan dide û da xuyakirin, êdî li Tirkiyê bi rêya dengdanê guhertina desthilatê mimkun nîn e, Erdogan medya û dadgeh xistine destê xwe.
C.B