Karkerên kişkişokê di Remezanê de gelek zehmetî dibînin

Karkerên di karên zehmet û giran de dixebitin di meha Remezanê de ji ber ku rojî digirin rastî zehmetiyeke mezintir tên.

 

K24 – Diyarbekir

Karkerên di karên zehmet û giran de dixebitin di meha Remezanê de ji ber ku rojî digirin rastî zehmetiyeke mezintir tên. Li Diyarbekirê jî kesên ku bi kişkişokê kar dikin di bin tava dijwar de bi barê li aliyekî rojî digirin li aliyekî jî hewil didin debara xwe bikin.

Gelek cureyên pîşeyan hene ku ji bo mirovan xeter in û giran in. Lê neyîna kar û pêdiviya dabînkirina debarê, mirovan  neçar dike ku tevî zehmetiyan di Meha Remezanê de bi rojîtiya xwe jî karên giran bikin. Yek ji van karên giran jî kare Kişkişokê ye ku li Diyarbekirê yek ji kevintirîn pîşeyan e. Karkerên bi kişkişokê bar dikêşin sere sibê zû berê xwe didin navçeya Sûr a Diyarbekirê ku Henîfî Kaya jî yek ji wan kesan e. Henîfî Kaya dibêje şert û mercên ku ew tê de kar dike ne derfetên mirovîn in.

Karker Henîfî Kaya ji K24ê re got: "Em ji vê derê heta jêrê barê giran dibin û 10 Lîre distînin hîn jî dibêjin 10 Lîre zêde ye. Niha jî me ev bar kêşand bi 7 lîreyan. Karê me zehmet e."

Karkerên ku bi kişkişokê bar dikêşin  her çiqas di karê xwe de carinan tên wê astê ku nekaribin bar bikêşin jî ; dîsa jî ew dibêjin eger ew kar nekin, debara wan nabe û eger ew kar bikin jî tendirustiya wan têk diçe. Mihemed Fîlîzê ku 25 sal in bi kişkişokê bar dikêşe, dibêje karên wan di meha Remezanê de girantir dibe.

Karker Mihemed Fîlîz dibêje: "Em ji sere sibê heta 7ê êvarê bi nanoziko dixebitin. Remezan e rojî ye kare me giran û zehmet e. "

Pirraniya kesên ku kare Kişkişokê dikin an ji ber bêkariyê an jî ji ber şewitandina gundan beriya 20-30 salan ji neçarî dest ji gundên xwe berdane û berê xwe dane Diyarbekirê û bê betlane û bê navber her sere sibê li navçeya Sûrê li gel barên dile xwe li benda barê giran in.