Îsrayîl bersiva Îranê dide û berdewame li cengê

Binyamîn Natinyaho, serok wezîrê Îsrayîlê tekez kir, welatê wî rê nade Îranê çekê Navokî bi dest xwe ve bihîne.

K24- Hewlêr

Binyamîn Natinyaho, serok wezîrê Îsrayîlê tekez kir, welatê wî rê nade Îranê çekê Navokî  bi dest xwe ve bihîne.

Evro Çarşemebîyê, 8/5/2019, Hesen Rohanî, serokê Komara Îslamîya Îranê ragehand, Eger xwaztekên Îranê nehên bicihkirin; welatê wê bi temamî ji rêkkevtina Etomî dê vekişe û dest dike bi pîtandina Yoranîyomê.

Li gor nûçeyeka sayîta RT ya Rosyayî, piştî gefên Rohanî, serok wezîrên Îsrayîlê ragehand: Evê sipêdeyê min guh lê bû Îranê divêt pirograma xwe ya etomî careka dî dest pê bike, Em rê nadîn Îran bibe xwedîyê çekê Etomî.

Dibêje jî: Em berdewam dibîn li cengê dijî ewên divên me bikujin.