HDP serî li Dadgeha Makezagonê da

Li bakurê Kurdistanê ji bo 6 navçeyan, Lijneya Hilbijartinê ya Tirkiyeyê biryar dabû ku namzedên HDPê bi sedema ku bi Biryarnameyên di hikmê Qanûnê jikar hatine avêtin belgeya pesendnameyê bo wan neyê dayîn.

K24-Ankara

Li bakurê Kurdistanê ji bo 6 navçeyan, Lijneya Hilbijartinê ya Tirkiyeyê biryar dabû ku namzedên HDPê bi sedema ku bi Biryarnameyên di hikmê Qanûnê jikar hatine avêtin belgeya pesendnameyê bo wan neyê dayîn. Piştî ku hemû serlêdanên HDPê ji alîyê Lijneya Hilbijartinê ve hate redkirin, HDP bi serokşaredar û endamên meclîsê yên bi KHKê re çû ber Dadgeha Makezagona Tirkîyeyê û serî lê da ku biryar bê betalkirin û mazbataya wan bo wan bête dayîn. Berpirsên HDPê dibêjin, heke ji vir jî encameke erênî bidest nexin ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Tevî ku mehekî zêdetir li ser hillbijartinên herêmî yên 31ê Adarê derbqas bûye jî li Tirkiye û bakur nîqaş û gengeşiyên li ser biryarên lijneyên erkdar û encamên wê hêj didomin. Lijneya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê YSK biryar dabû ku serok şaredarên HDPê yên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de jikar hatine avêtin bo wan mazbata neyên dayîn. Piştî ku îtiraz û serlêdanên HDPê bo YSKê encam neda, HDP serî li Dadgeha Makezagona Tirkîyeyê da ku biryara Lijneya Hilbijartinê bê betalkirin û bo şaredar û endamên meclîsên şaredarîyan mazbata bêne dayîn.

 Ayşe Acar Başaran-Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDPê, got:"Tevî ku em di hilbijartinên herêmî de bi rêjeyên mezin biserketin jî YSK derbe li îradeya gel kiriye û mazbata daye namzedên AKPê ku ji sedî 20 deng girtîye. Ev jî bi rastî sepandineke qeyûmê ye. Digel ku tu astengî li pêşîya namzedên me tunebûn jî mafê wan nehatîye dayîn. Divê Dadgeha Makezagonê, dawî liv ê bêhiqûqîyê bîne û biryara Lijneya Hilbijartinê betal bike."

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê got, ji ber kiryar û biryarên berê yên Dadgeha Makezagona Tirkîyeyê ew zêde bi hêvî nîn in ku Dadgeh derbarê serlêdana wan de biryareke erênî bide.

Huseyîn Kaçmaz- Parlamenterê HDPê yê Şirnexê, got:"Vê gavê tu hêvîyeke me nîne ku encameke erênî derkeve. Lewra li Tirkîyeyê hiqûq nemaye, li gorî yasa û zagonên xwe tevnagerin. Lê belê em mecbûr in ku serî lê bidin da ku em piştî vê bikaribin serî li Dadgheha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin."

Zeyyat Ceylanê namzedê Hevşaredarîya Navçeya Rezan jî tevî ku ji sedî 70ê deng wergirtibû jî bi hinceta ku bi KHK'yê mazbataya wî nehate dayîn. Ceylan got, heke ji vir jî encameke erênî dernekeve ew ê herî dawî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Zeyyat Ceylan- Namzedê Hevşaredarê Navçeya Rezan, got:"Em bi biryareke nehiqûqî ya YSKê ra rûbirû man. Biryara Lijneyê xespkirina îradeya gel e. Em bi tu awayî vê biryarê qebûl nakin û em ê qebûl nekin jî. Heta dawîyê em ê him hiqûqa navxweyî, him jî hiqûqa navneteweyî bişuxilînin. Em ê dev ji mafên xwe bernedin."

Li gorî amarên HDPê, Hevşaredarên Diyarbekir, Rezan, 3 navçeyên Wanê, Stewr û Tekman jî di nav de bi giştî ji bo 68 hevşaredar û endamên meclîsê bi hinceta ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de jikar hatine avêtin bo wan mazbata nehatîye dayîn û li dewsa wan pesendname bo namzedên Ak Partiyê ku di rêza duyem de ne hatîye dayîn.