Îsraîl gefa jinavbirina S 300 li Sûriyê dixwe
Îsraîl gefê li Sûriyê dixwe û radigihîne, heger Sûriye sîstema berevaniya esmanî S 300 li dijî firokeyên wan bikar bîne, ewê bê bersiv namîne û dê wan mûşekan jinav bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îsraîl gefê li Sûriyê dixwe û radigihîne, heger Sûriye sîstema berevaniya esmanî S 300 li dijî firokeyên wan bikar bîne, ewê bê bersiv namîne û dê wan mûşekan jinav bibin.
Serkirdeyekî pilebilind yê Hêzên Esmanî ya Îsraîlê Tomer Bar ji rojnameya “Maariv” a Îsraîlî ragihand, sîstema berevaniya esmanî S 300 ya Rûsî kete warê bicihkirinê, ev yek li ser azadiya çalakiyên wan gef e.
Wî serkirdeyê artêşa Îsraîlê got jî: Ew ji her êrîşekê ku ji aliyê Sûriyê li ser wan were kirine re di amadebaşiyê de ne û dê bê bersiv namîne û ewê mûşekan jinav bibin.
Derbarê Hizbulaha Libnanî de Tomer Bar got, artêşa Tirkiyê kar dike ji bo Hizbulaha Libnanî û mîlîşyayên Îranî li Sûriyê nemînin.
S. B