Tirkiye hêzên zêdetir dişîne Efrîn û ser sînorê Îdlibê

Ev demeke bênavber Artêşa Tirk, hêz û alavên leşkerî dişîne Efrînê. Hêzên ku ji gelek deverên Tirkiyê hatibûn şandin, gihîştin navçeya Qirixan a Hatayê û ji wê derê ber bi Efrînê ve jî hatin şandin.

K24- Hewlêr

Ev demeke bênavber Artêşa Tirk, hêz û alavên leşkerî dişîne Efrînê. Hêzên ku ji gelek deverên Tirkiyê hatibûn şandin, gihîştin navçeya Qirixan a Hatayê û ji wê derê ber bi Efrînê ve jî hatin şandin.

Li aliyê din, ji ber zêdebûna şer û pevçûnan li gundewarên Îdlibê, Tirkiyê bergiriyên ewlekariyê li ser sînorê xwe zêdetir dike. Bi vê armancê hêzên leşkerî dişîne ser sînorê. Rayedarên rêxistinên alîkariyê dibêjin, eger heye, hejmarek penaber jiber şer û aloziyê, berê xwe bidin Tirkiyê.