Namzetê DSPê yê Stenbolê xwe ji namzetbûnê vekişand

Namzetê DSPê, yê Stenbolê Muamer Aydin xwe ji namzetbûnê vekişand. DSP namzeteke din destnîşan nake.

K24- Hewlêr

Namzetê DSPê, yê Stenbolê Muamer Aydin xwe ji namzetbûnê vekişand. DSP namzeteke din destnîşan nake.

Namzetê Partiya Çepa Demokratîk - DSP, Muamer Aydin ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de 30 hezarê zêdetir deng bidest xistibûn, xwe ji namzetiyê vekişand. Piştî biryarê, Encuma DSPê bi awayeke awarte civiya û biryar da ku namzeteke din nîşan nede.

Hê berê jî, namzetê Partiya Komunist û hejmarek namzetên serbixwe, xwe ji namzetbûnê vekişandibûn û daxwaza piştevaniya namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu kiribûn. Namzetê DSPê Muamer Aydin jî da xuyakirin, ew Ekrem Îmamoglu wek şaredarê rewa yê Stenbolê dibînin û daxwaza piştevaniya wî kir.