Li Wanê, 219 penaber hatin desteserkirin

Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê, 219 penaber hatin desteserkirin.

K24- Hewlêr

Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê, 219 penaber hatin desteserkirin.

Li navçeya Rêya Hevrişimê ya Wanê, penaberên ku bi rêyên neyasayî ji aliyê Îranê ve derbasî Wanê bûne hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê da xuyakirin, li ser agahiyan polîsan êriş birin ser sê malên vala ku xwediyên wan ne têde ne û di encamê de 219 penaber desteser kirin.

Hat destnîşankirin piraniya penaberan welatiyên Efxanistan, Pakistanê ne.

Penaber piştî lêkolînan radestî daîreya Koç û Koçberan hatin kirin.