Tirkiye mezintirîn manora leşkerî encam dide
Tirkiye îro manora deryayî “Gurê Deryê 2019” ya herî mezin di dîroka xwe de û li sê deryayan encam dide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye îro manora deryayî “Gurê Deryê 2019” ya herî mezin di dîroka xwe de û li sê deryayan encam dide.
Bo cara yekem Fermandariya Hêzên Deryayî yên Tirkiyê serperiştiya wê manorê dike û li derya Reş, Derya Ege û derya Naverast ûbi beşdariya 131 keştiyên şer, 57 firokeyên şer û 33 Helîkopteran birêve diçe.
Manora “Gurê Deryê 2019” li ser astê stratejîk û opersasyonan de, pişt bi sînaryoyeke demên qeyran û alozî û şeran ve girê dide.
Armanca manorê, ji bo bilindkirina amadekariyên karta deryayî û esmanî yên Fermandariya Hêzên Deryayî yên Tirkiyê ye.
Di vê manorê de keştî, firoke û Helîkopter beşdar dibin, cara yekem e tê dîtin û pê de diçe ji deryayê ve armancên bejahî û deryayî bombebaran bikin.
Herwiha manora deryayî, rahênanên li ser rûyê deryê, şerê bergîriyê, şerê eliktironî û operasyonên çavdêriyê di deryê de û rizgarkirina keştiyên bi avê lixwe digire.
S. B