Mesrûr Barzanî: Vîn a çareseriya nakokiyan peyda bû ye
Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda ligel kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda ligel kir.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku, ji bo çareseriya pirsgîrêkan di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de vîn a çareseriyê peyda bû ye.
Di hevdîtinê de, liser dawî rûdanên li Iraqê û herêmê, rewşa siyasî, kabîneya nû ya hukimeta herêma Kurdistanê, rewşa bi taybet a Şingal û Kerkûkê û bi giştî ya deverên Kurdistanî li derveyî îdareya herêma Kurdistanê hatin girtin a dest.
Mesrûr Barzanî destnîşankir, ku hukimeta nû dê ligor hêvî û daxwazên gelê herêma Kurdistanê tevbigere.
Liser pêwendiyên herêma Kurdistanê û Iraqê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê diyarkir, ku di navbeyna aliyan de vîn a çareseriya pirsgîrêkan peyda bû ye.
Ji aliyê xwe ve Nûnera taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kêfxweşiya xwe liser pêşhateyên li herêma Kurdistanê anî ziman û destnîşankir, ku Neteweyên Yekgirtî dixwaze rolek erênî di nêzîkahiya aliyan de û çareserkirina nakokiyan de bilîze.
Dawî rûdanên li Iraqê û herweha têkoşîna dijî terorê jî hatin axaftin.
C.B