HDP: Armanca ewe vê sîyaseta desthilatê lawaz bikin û derbeyekê li wan bidin

Piştî ku ji aliyê komîsyona bilind ya hilbijartinên Tirkiyeyê ve encamên hilbijartina şaredariya mezin ya stenbolê hatin betal kirin gengeşî û nerazîbûnên li dijî vê biryarê jî berdewam dikin.Li gel van nerazîbûnan hem CHP hem jî AKPê ji bo hilbijartina 23 ê hezîranê ya ku ji bo şaredariya stenbolê bê kirin xebatên xwe zêdetir kirine.

K24-Istanbul

Piştî ku ji aliyê komîsyona bilind ya hilbijartinên Tirkiyeyê ve  encamên hilbijartina şaredariya mezin ya stenbolê hatin betal kirin gengeşî û nerazîbûnên li dijî vê biryarê jî berdewam dikin.Li gel van nerazîbûnan hem CHP hem jî AKPê  ji bo hilbijartina 23 ê hezîranê ya ku ji bo şaredariya stenbolê bê kirin xebatên xwe  zêdetir kirine. Li gor piraniya şîrovekarên sîyasî li stenbolê Kurd dengên xwe bidin kijan partiyê ew partî dê serbikeve lewma hem AKP hem jî CHP berê xwe danê dengdêrên Kurd.Li gel xebatên van partiyan parlamentera HDP ya stenbolê Huda Kaya yê ragihand betalkirina hilbijartina stenbolê gaveke ne qanûnî ye  û ev biryar êdî ne tenê meselaya stenbolê, CHP an jî meseleya partîyên opozîsyonê ye  lewma armanca ewe ku di vê hilbijartinê de sîyaseta vê desthilata niha lawazbikin.

Huda Kaya- perlemantara HDPyê, dibêje:''Li dijî sîyaseta vê desthilatê ya  zordest ya ku ti maf û  azadî nehiştîn  armanca me eşkere ye, ku em vê  sîyaseta desthilatê lawaz bikin û derbeyeke li wan  bidin. Ji bo ku ev desthilat cardî stenbolê bidestnexe û vê polîtîkaya xwe ya zordest nede berdewam kirin  yek ji rê ewe ku neyê hiştin ev desthilat li stenbolê serbikeve. Em jî dê li hember van  polîtikayên zordest xebat û tekoşîna xwe berdewam bikin.''

Şirovekarê sîyasî Faîk Bulut jî ragihand  serkeftina aliyên opozîsyonê ji bo,parastina mafan û  demokrasiya Tirkiyeyê dibe ku guherinên nû bi xwe re bîne lê ji bo wê jî pêwîste rêveberiyek xurt bê pêkanîn.

Faêk Bulut -şirovekarê sîyasî dibêje:''Eger aliyê opozîsyonê serbikeve dibe ku qonaxek din destpêbike. Ev qonax dikare piştî salekê,du salan heta 3 salên dî destpê bike û hikûmeta niha bi şexite û lawaz bibe.Ev ji bo Tirkiyê ,ji bo aborî,mafê gelan, mafê Kurdan ,mafê Elewiyan û yên dî  tişteki balkêş bibe . Lê zehmetê ev ne tişteke hêsan e divê reveberiyek xurt ji bo wê hebe.''

Li gel hemû gengeşî û nerazîbûnên dinavbera partiya desthilat AKP û partiya opozîsyonê CHP de ,ji bo bidestxistina şaredariya bajarê mezin ya stenbolê rikeberiyek mezin destpêkiriye û li gor piraniya şîrovekarên sîyasî û pisporan encamên hilbijartina stenbolê de ji aliyê dengdêrên Kurd ve bê diyar kirin lewma hem aliyê desthilatê hem jî aliyê opozîsyonê niha hewl didin dengê Kurdan werbigirin.