Kurd û hilbijartinên Stenbolê

Piştî biryara nûkirina hilbijartinên Stenbolê, aliyên siyasî yên Tirkiyê kêm û kurtiyên siyaset û stratejiyên xwe di ber çavan re derbas dikin. Bi van hilbijartinan jî diyar bû ku, kilîla desthilatê li Tirkiyê di destê Kurdan de ye

K24- Hewlêr

Piştî biryara nûkirina hilbijartinên Stenbolê, aliyên siyasî yên Tirkiyê kêm û kurtiyên siyaset û stratejiyên xwe di ber çavan re derbas dikin. Bi van hilbijartinan jî diyar bû ku, kilîla desthilatê li Tirkiyê di destê Kurdan de ye. Siyaseta ku li ser dijayetiya Kurdan hatibû meşandin, bi gav û gotinên lawaz be jî cihê xwe dide qebûlkirina mafên Kurdan. Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê dibêje, Kurd û elewî bi nirxên xwe dijîn û niha li Tirkiyê gefa herî mezin, parçebûna civakê û egera serhildana DAIŞê ye.

Bi hilbijartinên Şaredariyên Tirkiyê re, careke din diyar bû ku, kilîla desthilat û serkeftinê di destê Kurdan de ye. Bi gotineke din, rêya desthilatbûnê, jiDiyarbekirê derbas dibe.

Desthilata AK Partiyê ku, hilbijartin wek mijara man û nemanê didît û stratejiya xwe li ser dijayetiya kurdan danîbû, gelek şaredarî ji dest dan. AK Partî bi awayeke berbiçav siyaseta xwe diguherîne.

Wezîrê Navxweyî Silêman Soylu dibêje, Kurd û elewî di dema desthilata AK Partiyê de bi nirxên xwe jiyane. Lê tirsa wî heye, bi van nakokiyan, Tirkiye bikeve nav aloziyeke mezin.

Silêman soylu – wezîrê navxwe yê Tirkiyê, got:"… Hin alî dixwazin, bi hilbijartinên Stenbolê, li Tirkiyê pêşiya şer û pevçûnê vekin.Bi mijara rewabûna desthilatê dest bi aloziyeke nû dikin. Dixwazin şerekî îdeolojîk jî destpê bikin. Ev hilbijartin ji bo rêvebirina Stenbolê ye. Bi nêzîkatiya tolhildanê welatê me wenda dike. Gelek hêz û alî li benda zêdebûna aloziyan in. Salek zêdetire DAIŞ li Tirkiyê pir çalak bûye. Ez li vê derê nikarim her tişt aşkera bêjim. Ji bo vê pêwîste aramiya siyasî, aborî û ewlekariya me hebe."

Rêvberiya CHPê, her çiqas, piştî hilbijartinê bi awayeke aşkera spasiya Kurdan nekir jî, li gor agahiyan di nav partiyê de gengeşeyên mezin di vê warê de hene. Herî dawî, Namzetê CHPê, Ekrem Îmamoglu bi kesayetên naskirî yên Kurdan re civiya û daxwaza piştevaniyê kir.

Li gor şarezayan, dengoyên damezrandina partiyên nû, dîtina bandora Kurdan li ser siyaseta Tirkiyê û aloziyên herêmê, dibe sedem ku aliyên siyasî yên Tirkiyê siyaseta xwe biguherînin. Eger ku hevdîtinên Tirkiyê bi HSDê re jî bigihên astekê, dê yekser ev bandora xwe li deverên din jî nîşan bide û egera destpêkirina pêvajoyeke nû heye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dbacefc3-604d-4de7-9771-092133c84aa6/051919DNZ.ism/manifest