Liv û tevgera Daişê li Tirkiyê zêde bûye

Rayedarên Tirkiyê jî radigihînin ku di salên dawî de DAÎŞ li welatê wan bihêz bûye û bûye gefeke mezin. Li gorî hin pisporên Ewlekariya Tirkiyê jî DAÎŞ niha li gelek bajarên Tirkiyê di kozikên binerd de bicih bûne û ji bo ewlehiya Tirkiyê kêşeyeke mezin in. Hin alî jî dibêjin ligel vê yekê, kêşeya mestir ew e ku endamên daîşê yên Tirk û Biyanî ku di destê YPGê de girtî ne jî diwazin vegerin Tirkiyê û li wê derê binîbin.

K24-Ankara

Rayedarên Tirkiyê jî radigihînin ku di salên dawî de DAÎŞ li welatê wan bihêz bûye û bûye gefeke mezin. Li gorî hin pisporên Ewlekariya Tirkiyê jî DAÎŞ niha li gelek bajarên Tirkiyê di kozikên binerd de bicih bûne û ji bo ewlehiya Tirkiyê kêşeyeke mezin in. Hin alî jî dibêjin ligel vê yekê, kêşeya mestir ew e ku endamên daîşê yên Tirk û Biyanî ku di destê YPGê de girtî ne jî diwazin vegerin Tirkiyê û li wê derê binîbin.

Rêxistina terorî DAÎŞê ya ku di destpêka sala 2011an û heta destpêka sala 2019an li Irak û Sûriyê çalak bû piştî ku ji aliyê hêzên hevpeymaniya netewî, pêşmerge û YPGê ve hate jinavbirin bermayîyên ku mane di nava sivîlan de berê xwe didin welatên derdorê. Yek ji van welatan ku herê zêde û bi rehetê endamên daîşê dikarê berê xwe bidene Tirkiye ye. Derbarê vê yekê de jî wezîrê karên navxweyî yê Tirkiyê Sûleyman Soylu ragihand ku rêxistina terorî DAÎŞ di nava 2,3 salên dawî de li Tirkiyê liv û tevgera xwe zêde kiriye û gefeke cidî ye.

Ev daxuyaniya wezîrê navxweyî ji aliyê pisporên Tirkiyê yên ewlekariyê ve jî girîng tê dîtin û pispor dibêjin DAÎŞ li Tirkiyê gelek bajaran di kojikên binerd de bicih bûne û ev gefeke mezin e bo Tirkiyê.

Mîthat Işik -pisporê ewlekariyê, dibêje: Rêxistina Terorî DAÎŞ ji bo Tirkiyê gefeke mezin e ji ber ku Tirkiye ji bo wan rawestgeheke û ji sedi 90 endamên DAÎŞê yên biyanî li ser Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn. Li çend bajarên Tirkiyê yên weke Semsûr, Edene, Dîlok, Hetay, Stenbol û Klîsê bermayîyên DAÎŞê, heta kozikên wê yên binerd hene û li van bajaran alîgirên wê jî kêm nînin. Ger di warê îstîxbaratî û welehiyê de bergirî neyên girtin encamên nebaş dê xwe bidin der.

Ligel vê yekê bi hezaran hemwelatiyên Tirkiyê yên ku beşdarî daîşê bûne û niha di destê YPGê de girtîne daxwaz dikin ku careke din vegerin Tirkiyê. Derbarê vê yekê de heta niha hikûmeta Tirkiyê bersiveke erênî nedaye vê daxwazê û bêdengiya xwe diparêze. Lê belê li gorî hin pisporan ne tenê hemwelatiyên Tirkiyê endamên DAÎŞê yên biyanî jî dê berê xwe bidin nava Tirkiyê.

Hamîde Yîgît -pispora Rojhilata Navîn, dibêje: Endamên DAÎŞê yên girtî ji aliyê welatên wan we nayên qebûlkirin. Welatên Ewropayê, yên Ereb û Efrîqeya bakur bi tû awayî qebûl nakin ku hemwelatiyên wan yên niha destê YPGê de girtî bi şûn de vegerin. Ji

Tirkiyê û welatên Asya Navîn jî hejmarek zêde endamên DAÎŞê girtî ne. Ligel DAÎŞiyên biyanî, yên Tirk û yên welatên Asya Navîn diwazin bên Tirkiyê. Xuya ye ku ev hemû DAÎŞî dê berê xwe bidin Tirkiyê. Qontirolkirina van endaman gelek zehmet e. Tirkiye bi kêşeyeke mezin re rû bi rû ye.

Rêxistina Terorî DAÎŞê di navbera salên 2014 û 2016an de li bajarên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê yên weke Stenbol, Enqere, Diyarbekir, Dîlok, Riha Nîgde û Klîsê 14 êrîşên xwekujî pêk anîne û di van êrîşan de 265 hemwelatiyên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û nêzîkê 2000 kes jî birîndar bûne. Ji loma jî pispor dibêjin ger wezareta navxweyî tevdîran negire egera dubarebûna van êrîşan heye li Tirkiyê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/32e49804-4538-4a1f-9151-0ec446b6398c/052119EPX.ism/manifest