HDP: Pêvajoyeke çareserî bê Ak Partî dê destpê bike
Hevserokê HDPê dibêje, li Tirkiyê pêvajoyeke çareserî dê destpê bike, lê ev bi AK Partiyê nabe û da zanîn piştevaniya wan bo Ekrem Îmamoglu berdewam dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê dibêje, li Tirkiyê pêvajoyeke çareserî dê destpê bike, lê ev bi AK Partiyê nabe û da zanîn piştevaniya wan bo Ekrem Îmamoglu berdewam dike.
Hevserokê HDPê Sezaî Temelî beşdarî bernameya kaneleke Youtubê ya Almanyayê bû û da xuyakirin, divê rayedarên AK Partî hevdîtina Ocalan bi parêzerên xwe re bi armanca siyaseta partiya xwe bikar neyînin.
Temelî da zanîn, dibe ku pêvajoyeke nû ya çareserî destpê bike, lê ev êdî bi AK Partiyê re nabe. Civak bi rastî pêvajoyeke nû ya aştiyê dixwaze û ew jî bi firehkirina bingeha demokrasiyê dê destpê bike.
Temelî da xuyakirin, ew hilbijartinên Stenbolê wek referanduma demokrasiyê dibînin û piştevaniya wan bo Ekrem Îmamoglu di çarçoveya hevpeymaniyeke demokrasiyê de ye û nehatiye guhertin.
S. B