Rûsya: Rêkeftina S400 di qonaxa cîbicîkirinê de ye
Rûsya radigihîne, rêkeftina S-400 ya bi Tirkiyê re temam bûye û ew hewlên Amerîka hember Tirkiyê rast nabînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya radigihîne, rêkeftina S-400 ya bi Tirkiyê re temam bûye û ew hewlên Amerîka hember Tirkiyê rast nabînin.
Peyvdarê Krêmlînê Dmitriy Peskov derbarê moleta Amerîka ya bo Tirkiyê ku dest ji rêkeftina S-400 vekişe de got, Rûsya, bi tu awayê gef û ultimatonan qebûl nake.
Da zanîn, heta niha gelek caran Serokomarê Tirkiyê daye xuyakirin, rêkeftin hatiye kirin, veger nîn e û ew jî, van gotinan esas digrin û rêkeftin ketiya qonaxa cîbicîkirinê.
Wezîrê Bergirî yê Tirkiyê jî dabû xuyakirin, ji bo perwerdeya ser sîstemên S-400 hejmarek kesan dişînin Rûsyayê.
Ji aliyê xwe ve Amerîka rexneyên tund liser kirîna S400an li Tirkiye dike, ku sistema S400 lidij sistemên NATO ye û ger Tirkiye S400an bicîh bike, dê bi dorpêçan re rûbirû bimîn e.
C.B