Ehmed Davutoglu: Ji axaftinê netirsin û hêviya xwe wenda nekin

Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu, bang li hemû aliyan kir ku, ji axaftinê netirsin û hêviya xwe wenda nekin.

K24- Hewlêr

Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Ehmed Davutoglu, bang li hemû aliyan kir ku, ji axaftinê netirsin û hêviya xwe wenda nekin.

Ehmed Davutoglu di beşdariya fitara "Platforma Dostên Enqereyê" de axivî û got: Ji ber krîzên aborî, zimanê tund yê siyasî û lawazbûna exlaqê, li Tirkiyê piraniya welatiyan reşbîn in derbarê siberojê.

Davutoglu got: Ew tu caran reşbînîyê qebûl nakin, Jibo vê jî, bo welat divê fikrên nû werin afirandin û tu alî ji axaftinê netirse, wêrek be.

Da xuyakirin, eger her li gor xwe nêzîk bibe, yekîtiya welat namîne, Iraq di vê warê de nîmûneyeke baş e û divê li ser nirxên hevpar yekîtî were dirustkirin.

Li gor agahiyan Ehmed Davutoglu li 27'ê Gulanê serdana Diyarbekirê dike û bi rêberên civaka sivîl û kesayetiyên naskirî re bicive. Naye payîn Davutoglu li Diyarbekirê partiya xwe ragihîne.