Soylu: Rengê destdirêjan û terorîstan li min heye?
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: Amerika ew kirîye nav listeya destdirêjan û teroristan de
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: Amerika ew kirîye nav listeya destdirêjan û teroristan de.
Suleyman Soylu li avahiyên Nurtepe, bi muxtarên devera Kagithane re civiya û daxûyanî dan.
Suleyman Soylu, ku Wezirê Navxweyî yê Tirkiyê ye diyar kir: Niyeta Amerika li hemberî wan û welatê wan nepak e û dixwaze dorpêçên aborî liser wan deyne.
Wezirê Navxweyî Soylu wiha da zanîn: Gelo qet rengê destdirêjan û terorîstan li min heye? Amerika Ez xistim e nav lîsteya destdirêjan û teroristan.
Suleyman Soylu di berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Em dizanin em li gel kê şer dikin.
Wezirê Navxweyî dibêje: Beriya desthilata Erdogan li wî welatî kesî nedikarî bêje Ez Kurd im, Elewî me, lê ev 12-13 sal in, her kes bi awayek azadane dikare xwe îfade bike.
Soylu herweha, Amerika û welatên Ewrûpa bi têkdana welatê xwe tewanbar kir.
C.B