Soylu: Rengê destdirêjan û terorîstan li min heye?

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: Amerika ew kirîye nav listeya destdirêjan û teroristan de

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje: Amerika ew kirîye nav listeya destdirêjan û teroristan de.

Suleyman Soylu li avahiyên Nurtepe, bi muxtarên devera Kagithane re civiya û daxûyanî dan.

Suleyman Soylu, ku Wezirê Navxweyî yê Tirkiyê ye diyar kir: Niyeta Amerika li hemberî wan û welatê wan nepak e û dixwaze dorpêçên aborî liser wan deyne.

Wezirê Navxweyî Soylu wiha da zanîn: Gelo qet rengê destdirêjan û terorîstan li min heye? Amerika Ez xistim e nav lîsteya destdirêjan û teroristan.

Suleyman Soylu di berdewamiya daxûyaniya xwe de got: Em dizanin em li gel kê şer dikin.

Wezirê Navxweyî dibêje: Beriya desthilata Erdogan li wî welatî kesî nedikarî bêje Ez Kurd im, Elewî me, lê ev 12-13 sal in, her kes bi awayek  azadane dikare xwe îfade bike.

Soylu herweha,  Amerika û welatên Ewrûpa bi têkdana welatê xwe tewanbar kir.

 

 

 

C.B