Warner Time: CNN Turk, nabe navê CNN bikar bîn e!

Ligor Rojnameya Financial Times, kompanya Warner, ku lisans a navî da ye CNN Turk, jiber ku ligor rênûmayên peymanê tevnagere, dixwaze navê wan bikar neyîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Kompanya Warner Time dixwaze: CNN Turk jiber ku gilîyên alîgirîya hikûmetê liser heye,  dive weşana xwe  bi vî navî ragire.

Ligor Rojnameya Financial Times, kompanya Warner, ku lisans a navî da ye CNN  Turk, jiber ku ligor rênûmayên peymanê tevnagere, dixwaze navê wan bikar neyîn e.

Ligor nûçeyê: Di hilbijartinên 31ê Adarê de jî, pêwistbû CNN bê alî weşan bikira.

Lê nîmûneya herî ber biçav hilbijartinên Stenbolê dest nişan dike, ku CNN Trk, bi şêwazeke vekirî aligirîya Partiya desthilatdar kirîye.

Kompanya diyar dike CNN, li Amerika û cîhanê xwediyê rûmetê ye, CNN Turk ew xistine nav zehmetiyan.

CNN diyar dike: CNN Turk beriya Hilbijartinan soz dabû, ku di hilbijartinan de, bê ali be, lê soza xwe bicîh neanî.

 

 

 

C.B