Li Şehbayê nexweşî di nav derbiderên Efrînê de belav bûne

Li herêma Şehbayê nexweşiya Leşmanya di nav derbiderên Efrînê de belav bûye, kêmasî di dermanan de heye û rêyên çûnûhatinê bo Helebê ji bo çareserkirina vê nexweşiyê tune ne û nexweş jî gazinan dikin.

 

K24 – Şehba

Li herêma Şehbayê nexweşiya Leşmanya di nav derbiderên Efrînê de belav bûye, kêmasî di dermanan de heye û rêyên çûnûhatinê bo Helebê ji bo çareserkirina vê nexweşiyê tune ne û nexweş jî gazinan dikin.

Bi sedema dorpêça li ser herêma Şehbayê ji aliyê rêjîma Sûriyê û artêşa Tirkiyê grûpên çekdar ve hatiye spandin, derbiderên Efrînê êşa pirsgirêka derketina nexweşiyan û nebûna derman û çareseriyên tenduristî dikişînin.

Li herêma Şehbayê 6 navendên teduristî hene, lê pirsgirêka kêmaniya dermanan heye û hin caran jî pêwîstiya nexweşan bi neştegeriyê hene, lê nebûna riyên çûnûhatina bo Helebê dibe barekî giran li ser nexweşan û ti alîkarî jî ji aliyê rêxistinên mirovî û navdewletî bi wan nayin kirin.

Berpirsa Navenda Heyva Sor a Kurd li Şeuhbayê Encêla Reşo ji K24ê re got: Dema bangewaziyên me hebin jî, ti aliyk tiştekî ji me re pêşkêş nake. Em dikarin bibêjin ku miletê Efrînê li vir di dorpêçê de ye, wek miletê me li hundir Efrînê dorpêçkirî ye, em jî li vir di dorpêçê de ne. Di navbera me Helebê de 10 kêlîk in, lê riya me girtî ye.

Li herêma Şehbayê naxweşiya Leşmanyayê belav bûye, bi sedema rewşa keşûhewaya ne pak bi sedan bi vê nexweşiyê ketine. Heyva Sor a Kurd dest bi kampîneke dermankirina vê nexweşiyê kiriye.

Endama Heyva Sor a Kurd Hemdiye Îbrahîm ji K24ê re got: Li vir wêranî pir çê bûye. Miletê me yê Efrînê hatiye vir, lê jîngeha vir ne pak e û bayê vir jî ne pak e. Li vir gelek haletên Leşmanyayê çê bûne, li gor amarên ji tenê ji gundê Til Şiîrê me re hatine zêdetir ji 500 kesî bi vê nexweşiyê ketine.”

Ligel nexweşiya Leşmanyayê , gelek nexweşiyên zehmet wek penceşêrê hene û karînên navendên Heyva Sor a Kurd bo dermankirina van nexweşiyan tune ne.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment