Girtiyên di greva birçîbûnê de bûn, vediguhêzin nexweşxaneyan
Li Bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji duhî ve 667 girtiyên di greva birçîbûnê de bûn, vediguhêzin bo nexweşxaneyan.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ji duhî ve 667 girtiyên di greva birçîbûnê de bûn, vediguhêzin bo nexweşxaneyan.
Piştî bangewaziya Abdullah Ocalan ya destberdana greva birçîbûnê, girtiyên di zîndanên bajarên Wanê, Batman, Şirnax, Riha, Stenbol, Enqerê de, 667 girtiyên ku di rewşek awarte de bûn, rakirine nexweşxanan.
Ligorî daxûyaniyan Komeleya Malbatên Girtiyan, di veguhestinê de, hin zehmetî tên derxistin, destên girtiyan bi kelepçe vediguhêzin bo nexweşxaneyan.
Malbatên girtiyan bang li Wezirê Tenduristiyê kirin, da ku di dema veguhastinê de, liser tenduristiya girtiyan hişyar bin û zextên polisan rawestîn in.
Komeleyê dîyar kir, pêvajoya veguhastinê gelek giran birêve diçe, ku di heman demê de, bi hezaran girtî dê werin dermankirin.
C.B