Efrîn.. Çekdar bacê li ser berhemên cotkaran disepînin
Li Efrînî grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, bacê li tirektor û berhemên cotkarên Efrînê disepînin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînî grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, bacê li tirektor û berhemên cotkarên Efrînê disepînin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li navçeya Mabeta grûpa Cebhe El-Şamiyê bi hinceta dirustkirina rêyan, baca (zêdetir ji 150 Dolar) bi Lîreya Tirkî li xwediyê her dirktoran sepandiye.
Rewangehê da zanîn, heman grûp bacek daniye ser berhemên wek pelemêw û kêraz ên cotkarên navçeya Mabeta.
Rewangehê di raporteke pêştir jî belav kiribû, grûpên çekdar ên li navçeya Raco muxtarên gundan kom kirin û ji wan re gotin, her cotkarekî Kurd dema bixwaze berhemên xwe berhev bike, divê moletê ji wan werbigirin.
Amaje bi wê jî kir, cotkarên Ereb ên ji aliyê grûpên çekdar ve li navçê hatine bicihkirin û dest danîne ser zeviyên Kurdan moleta berhevkirina berheman ji wan nayê xwastin.
Ji aliyekî din ve Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Ceyş El-Nuxbe ji roja 23ê vê mehê jina Kurd Ezîme Menan ya 50 salî revandiye û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Bajarokê Mabeta 15 K.M li rojavayê Efrînê ye û piraniya xelkê wê Kurdên Elewî ne, loma jî gelek binpêkirinên mirovî di derheqê wan de ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tên kirin.
Li gor çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî û nasnameya Kurdîbûna Efrînê biguhêrin.
S. B