Supayê Turkîyayê operasyoneke serbazî bo ser Xwakurkê dest pêkir

Supayê Turkîyayê ragehand: Wan operasyoneka serbazî destpêkirine li (bakûra Îraqê) bi armanca gurzweşandinê li çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)yê.

K24- Hewlêr

Supayê Turkîyayê ragehand: Wan operasyoneka serbazî destpêkirine li (bakûra Îraqê) bi armanca gurzweşandinê li çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)yê.

Wezareta berevanîya Turkîyayê ragehand, ji dûhî êvarê ve, wan operasyona xwe  destpêkirine bi pişikdarîya hêza komando û topxaneyên supayê Turkîyayê û sinûrê opirasyonê jî çîyayê Xwakurk û derdorê wî ye.

Berê jî çend caran serokê Turkîyayê,Receb Teyîb Erdogan soz dabû ku welatê wî berdwam dibe li ser hêrişên xwe bo ser teroristan li Îraqê bi armanca bi destveanîna asyaîşê bo Turkîya.