Hilbijartinên Istanbolê û çarenivîsa desthilata Tirkiyê û arasteya wê

Hilbijartinên herêmî yên Stenbolê 23'ê Hezîranê de tên encamdan. Girîngiya vê hilbijartinê ev e ku, encamên hilbijartinên Stenbolê dê çarenivîsa desthilata Tirkiyê û arasteya Tirkiyê diyar bike. Yekem car e ku, di hilbijartinek de girîngiya Kurdan jî derdikeve pêş. Oldar û çepgir û naverast, hemû aliyên Kurd vê girîngiyê dibînin û dixwazin vê giraniya xwe zêdetir nîşan bidin.

K24- Hewlêr

Hilbijartinên herêmî yên Stenbolê 23'ê Hezîranê de tên encamdan. Girîngiya vê hilbijartinê ev e ku, encamên hilbijartinên Stenbolê dê çarenivîsa desthilata Tirkiyê û arasteya Tirkiyê diyar bike. Yekem car e ku, di hilbijartinek de girîngiya Kurdan jî derdikeve pêş. Oldar û çepgir û naverast, hemû aliyên Kurd vê girîngiyê dibînin û dixwazin vê giraniya xwe zêdetir nîşan bidin.

Piştî biryara dubarekirina hilbijartinên Stenbolê, bangeşeya hilbijartinê jî germ dibe. Namzet û endamên partiyan, kolan bi kolan mirov bi mirov digerin û daxwaza deng û piştgiriyê dikin.

Çar kompaniyên rapirsî yên serek ku gelek caran encamên hilbijartinê nêzîkî rastiyê pêşbînî kirine, daneyên lêkolînên herî dawî aşkera kirin.

Serokê Şêwirmendiya MAKê, Mihemed Alî Kulat dibêje, Namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu 2 xal li pêş Namzetê AK Partî Binalî Yildirim e. Yekem car e ku AK Partî di vê hilbijartinê de ketiye paraztinê û xebateke çalak nameşîne. Baweriya alîgirên AK Partî bixwe jî bi diruşm û stratejiya wan nîne. Her çend dengderên aliyan derbasî hev nebin jî, diyar e, dengderên AK Partiyê wê neçin ser sindoqê. Helwesta Kurdên heta niha dengên xwe dane AK Partiyê dê encamên hilbijartinê diyar bike. Aya biçin ser sindoqê yan na.

Serokê Rapirsiya Konsensusê Murat Sarî destnîşan dike, di çavê gel de neheqî li Ekrem Îmamoglu hatiye kirin. Beşdariya hilbijartinê dê kêmtir bibe. Îmamoglu dengên xwe zêde kirine, lê Binalî Yilidirim jî gelek kêm nîne. Li gor wî, AK Partî şaşiya herî mezin hember dengderên HDPê kir û ew avêtin aliyê CHPê. Di 23'ê Hezîranê dejî helwesta dengderên HDPê naguhere.

Serokê Kompaniya GENARê Îhsan Aktaş dide xuyakirin, beriya hilbijartinên 31'ê Adarê, Binalî Yildirim gelek li pêş bû, lê niha Ekrem Îmamoglu li pêş diyar e. Şeva hejmartinê dê herkes henaseyê xwe bigre û temaşe bike.

Serokê Kompaniya A&G Adîl Gur dibêje, bandora sereke li ser dengan, rewşa jiyana rojane û aborî ye. Biryarên Komîyonê û helwestên siyasî çi bin jî, ya sereke bextewariya xelkê ya ji jiyanê ye. Li gor lêkolînên berê Ekrem Îmamoglu 5 xal ketibû pêş lê niha cudahiya navbera aliyan 2-3 xal in.

Girîngiya van kompaniyan ev e ku, wek alîgirên AK Partiyê derketine pêş û heta niha ji bo AK Partî û Receb Tayîb Erdogan lêkolîn kirine.

Kompaniyên rapirsiyê destnîşan dikin, zimanê tund û bêrêziya hember kurdan, Kurdên oldar û yên dijî CHP jî, ji AK Partiyê dûr xistine. Jiber vê ji bakurê Kurdistanê kom bi kom kesayetiyên naskirî, mele û berpirsên saziyên sivîl bo Stenbolê tên vexwendin û di fitaran de tên ba hev. Her çend niha wek dengder be jî girîngiya Kurdan ji aliyê hemû partiyan ve tê dîtin. AK Partî jî kesayetiyên berê ku ji xwe dûrxistibûn, niha bi hin erk û postên nû vedigerîne nîmûne wek Ebdulkadîr Aksû û Bulend Arinç. Qasê diyar e, Kurd jî vê girîngiya xwe dizanin û oldar û çepgir wek derfeteke çareseriya pirsa Kurdî binav dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/925d0681-4606-46fb-871e-a0016d23abfb/053019HQP.ism/manifest