Bikaranîna çavkanîyên xwezayî bo peydakirina Enêrjîyê

Li Stenbolê li ser rewşa sektora enerjiyê û pêşveçûnên di vê sektorê de pêktên konferans û fuar hatin birêvebirin.Di fuarê de pisporan bi rêya konferansan balkişandin ser pêşeroja sektora enerjiyê û giringiya enerjiya ji çavkaniyên xwezayî yên wek tav,hewa û avê tên bidestxistin anîn ziman.

K24-Istanbul

Li Stenbolê li ser rewşa sektora enerjiyê û pêşveçûnên di vê sektorê de pêktên konferans û fuar hatin birêvebirin.Di fuarê de pisporan bi rêya konferansan balkişandin ser pêşeroja sektora enerjiyê û giringiya enerjiya ji çavkaniyên xwezayî yên wek tav,hewa û avê tên bidestxistin anîn ziman.

Konferans û fuara enerjî û jingehê ya stenbolê bi beşdariya gelek kompaniyên hilberîner yên enerjiyê û pisporan destpê kir.Di fuarê de li gel nîşandayîna teknolojiya herî nû ya hilberîna enerjiyê gelek panel û konferans jî hatin birêvebirin û pisporan li ser rewş û pêşeroja sektora enerjiyê nêrînên xwe anîn ziman. Di konferansan de şûna enerjiya ji petrol û gazê tê bidestxistin bikaranîna çavkaniyên xwezayî yên wek Tav,hewa û avê ji bo bidestxistina enerjiîyê jî hat nirxandin û pisporan balkişandin ser giringiya vê enerjiyê.

Hilberînrê panelên tavê, dibêje:''Yek ji van panelên tavê rojane têra ronîkirin,televizyon û makîneyên biçûk yên malan enerjiyê çêdike.Bi taybetî li cihên germ û herdem tav ev enerjî hê jî zêdetir dibe. Beriya niha ev panel hinekê bihabûn lê bi pêşketina teknolojiye re êdî bihayê van panelan jî daketiye lewma em pêşbînî dikin salên bê de bikaranîna van panelan zêdetir bibe.''

Ev makîneya ku ji bo cemidandina avahiyan tê bikaranîn ,di heyvên hewaya li derve ji bo cemidandina avahiyan guncaw de tê bikaranîn salane nêzîkî ji %80 teserûfa enerjiyê dike.

Hilberînrê makîneyên hewayê, got:'' Makîneya me ji bo wan cihên ku pêwîstî li cemîdandinê heyîn tê bikaranîn. Li cihên wek Tirkiyê 7-8 mehên salê hewa sar an jî hênîk e .Lewma me jî got çima ev vê hewayê ji bo cemidandinê bikarneînin û me ev makine çêkir. Bi rêya vê makîneyê salane nêzîkî ji %80 teserûfa enerjiye tê kirin û mesref kêmtir dibin.''

Di vê fuara ku gelek konferans hatîn rêvebûyîn de rewşa sektora enerjiyê, pêşveçûnên teknolojik û dîjîtal û guherîna karkirina di vê sektorê de hat gotûbêj kirin û tê pêşîbînî kirin herroj hezaran kes serdana vê fuarê bikin.