Netenyahû: Trump nexşeya nû ya Israilê imze kir
Serokwezîrê Îsrailê radighîne, Trump li ser nexşeyeke nû ya Îsrailê îmze kiriye û jê re şandiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Îsrailê radighîne, Trump li ser nexşeyeke nû ya Îsrailê îmze kiriye û jê re şandiye.
Televizyona fermî ya Îsrailê ji Serokwezîrê wî welatî Benyamîn Natenyahû veguhestiye, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump liser nexşeyeke nû ya Îsrailê ku Colan jî, wek beşek ji ax a Îsrailê hatiye naskirin, îmze kiriye û bi rêya şêwirmendê xwe Jared Kushner, ji bo wî şandiye.
Netanyahû diyar jî kir, ew nexşe ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka ve hatiye dirust kirin û Serokê Amerîka li ser îmze kiriye.
C.B