Sazîyên civakî banga Yekêtîya Ewropayê dinixînin bo pêvajoya aştîyê li Turkiyê
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, rapora Tirkiyeyê ya 2019'an aşkera kir. Di raporê de hevdîtinên bi Îmraliyê re hatine destpêkirin, ji bo dan û stendinên siyasî erênî hatin nirxandin û di heman raporê de banga destpêkirina pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurd hat kirin.
K24-Amed
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, rapora Tirkiyeyê ya 2019'an aşkera kir. Di raporê de hevdîtinên bi Îmraliyê re hatine destpêkirin, ji bo dan û stendinên siyasî erênî hatin nirxandin û di heman raporê de banga destpêkirina pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurd hat kirin. Li Diyarbekirê jî nûnerên saziyên civakî vê bangê erênî nirxand û gotin ku; Tirkiye ji bo Yekîtiya Ewropayê welatekî girîng e, ji ber vê jî dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike da ku astengî li pêşiya endamtiyê nemîne. Welatiyên Diyarbekirê jî çaverê ne ku pêvajo car din dest pê bike.
Di çarçoveya pakêta berfirehkirinê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de rewşa Tirkiyeyê jî hat nirxandin. Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, ji bo aramiya civakî ya Tirkiyeyê, bang kir ku car din pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê were destpêkirin. Serokê Saziya Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Mehmet Vûral li ser mijarê got; Yekîtiya Ewropayê li gorî krîterên xwe nikare welatên bi pirsgirêk bike endam loma vê bangê dike û dibe ku pêvajo li ser vê bangê dest pê bike.
Mehmet Vûral-Serokê DÎTAM'ê, dibêje:"Heta ku şer û pevçûn hebin, ne pêkan e Yekîtiya Ewropayê Tirkiyeyê di nav xwe de bi cih bike. Ango ev tiştekî eşkere ye. Tirkiye jî vê dizane, cîhan jî vê dizane. Tirkiye neçar e di nav xwe de diyalogekê çêbike û van şer û pevçûnan jî rake. Yekîtiya Ewropayê jî dixwaze Tirkiyeyeke bê pevçûn, di nav Ewropayê de cih bigire. Ev ji bo Ewropayê karekî mezin û serbilindî ye."
Di raporê de hat diyarkirin ku hevdîtinên dawîn ên li Girava Îmraliyê, bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatine kirin jî ji aliyê komîsyonê ve bi kêfxweşî hatine pêşwazîkirin û hat gotin ku; hemû partiyên siyasî, medya û civak ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê, xwedî roleke girîng a çêkirinê ne. Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rawest'ê Reha Rûhavîoglû jî got; hêviya civakê her ku diçe ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê zêde dibe û pêşveçûnên siyasî nîşaneyên destpêkirina pêvajoyê xurttir dikin.
Reha Rûhavîoglû-r êveberê RAWEST'ê, got:"Tiştê ku niha tê xuyakirin, raya giştî li hember vê meseleyê hêvîdar e, hêviyên mirovan mezin dibin. Jixwe Yekîtiya Ewropayê jî dixwaze welatekî ku bibe endamê wê, meseleyên xwe yên navxweyî çareser bike û ne di nav şer de be. Dixwaze bi awayê siyasî xwe firehtir bike."
Dema di sala 2013'an de Pêvajoya Aştiyê ango Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd dest pê kiribû; aramiya li nav civakê bûbû sedem ku daxwazên aştiyê zêdetir bibin. Di rewşa heyî de jî guftûgoyên li ser car din destpêkirina pêvajoyê; ji aliyê piraniya welatiyan ve bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin.
Muhammed Arica-welatî- dibêje: "Li Kurdistanê petrol heye bendav hene, cotkarî heye, tu çi bixwazî heye. Pêdiviya me bi cîhanê tuneye. Em dixwazin aştî hebe û em deste biratiyê bidin he. Em dixwazin em destên biratiyê bidin hev û aştiyê pêk bînin. Jixwe Kurd naqedin."
Muharrem Hattisari-welatî- dibêje:"Pêvajoya Çareseriyê dest pê bike, baş e. Dê xelkê me rehet bibe. Ango ji aliyê aboriyê ve jî dê baş bibe. Heger pêvajo çêbibe, ji bo her kesî baş dibe."
Nazmî Ozrn-welatî- dibêje:"Derew e, Pêvajoya Çareseriyê tuneye; ji bo 3-4 dengan bigirin wisa dibêjin. Ji bo Kurdan ji me re demokrasî divê heq û hiqûq divê."
Ji ber ku Tirkiye bi awayekî fermî di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de ye; beşên cuda yên Yekîtiya Ewropayê di derbarê Tirkiyeyê de bi awayekî rêk û pêk raporan amade dike. Di rapora 2019'an a ku Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê amade kir de hat diyarkirin ku Tirkiye pêşniyazên Konseya Yekîtiya Ewropayê bi cih nayne. Nûnerên Saziyên civakî jî dibêjin; ji ber ku Tirkiye ji bo Yekîtiya Ewropayê welatekî girîng e, loma dixwaze demildest pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikeda ku bikaribe bibe endamê Yekîtiya Ewropayê.