Cixare herî zêde û herî kêm li kûdê tê kişandin?

Îro roja dijî kişandina cixarê ye. Ligor rapirsiyan di cîhanê de herî zêde cixare li welatê Kiribatî tê kişandin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro roja dijî kişandina cixarê ye.

Ligor rapirsiyan di cîhanê de herî zêde cixare li welatê Kiribatî tê kişandin.

Kiribatî, ku hejmara niştecihên wê 103 hezr in, ji sedî 50an zêdetir cixarekêş in. Dinav mêran de, ji her 3 mêran 2 cixare dikşînin. Ji her 3 jinan jî ji 1ê zêdetir cixarê dikşînin.

Di rêza 2em de welatê Montenegro tê. Ev welatê li herêma Balkan a Ewrûpayê, ku xwedî 633 hezar niştecîhan e, ji sedî 46 cixarê dikşînin.

Di rêza 3em de Yunanistan e. Ji sedî 35 cixarê dikşînin.

Di rêza 4em de Tîmûr a Rojhilat tê.

Di rêza 5em de jî, Rûsya ye..

Li cîhanê herî kêm cixare li:

Gana, Etyopya, Nijerya, Eritreya û Panama tê kişandin…

 

 

C.B