Çekdar baca 300 Dolar li cotkarên Efrînê disepînin

Li Efrînê grûpên çekdar bi darê zorê baca 300 Dolarên Amerîkî li cotkarên ku terktorên wan hene disepînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê grûpên çekdar bi darê zorê baca 300 Dolarên Amerîkî li cotkarên ku terktorên wan hene disepînin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, grûpa bi navê Emşat li gundê Qermîlq û gundê Xelîl Gulko yên navçeya Şiyê bi darê zorê baca 300 Dolar li cotkarên xwedî terektor sepandin.

Da zanîn jî, heman grûpa Emşat li Muxtarê gundê Xelîl eşkence dan, ji ber ku ew li dijî sepandina baca giran li cotkaran rawestiye.

Rewangehê roja 28ê meha bûrî jî belav kiribû, li navçeya Mabeta grûpa Cebhe El-Şamiyê baca 150 Dolar li xwediyê dirktoran û li ser berhemên cotkarên sepandiye.

Ev di demekê de ye, ji zêdetir ji hefteyekê ye grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê agir bi çiya, daristan, dar û berhemên xelkê Efrîn dixînin û bi hezaran Hikar zevî û darên xelkê hatine şewitandin.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment