Belgeya çaksaziya darazê û aqubeta girtiyên Siyasî
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayîp Erdogan, pakêta çaksaziya darazê ya navbera 2019 û 2023'an ragihand. Belgeya çaksaziyê dê piştî 23'ê Hezîranê ango piştî vekirina Meclisa Tirkiyeyê pêşkêşî parlementoyê were kirin. Ger ev belge di meclisê re derbas bibe, dê ji bo 40 hezar mehkuman rêya serbestiyê were vekirin. Li gorî hiqûqnas û siyasetmedar dinirxînin; di vê belgeya çaksaziya darazê de ji bo girtiyên siyasî û ramanî, tiştek berbiçav tuneye.
K24-Amed
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê Ak Partiyê Recep Tayîp Erdogan, pakêta çaksaziya darazê ya navbera 2019 û 2023'an ragihand. Belgeya çaksaziyê dê piştî 23'ê Hezîranê ango piştî vekirina Meclisa Tirkiyeyê pêşkêşî parlementoyê were kirin. Ger ev belge di meclisê re derbas bibe, dê ji bo 40 hezar mehkuman rêya serbestiyê were vekirin. Li gorî hiqûqnas û siyasetmedar dinirxînin; di vê belgeya çaksaziya darazê de ji bo girtiyên siyasî û ramanî, tiştek berbiçav tuneye.
Demeke dirêj e ji bo çaksaziya darazê, li Tirkiyeyê nîqaş û guftûgo dihatin kirin. Piştî amadekarî û dan û stendinên rayedarên dewlet û hikûmeta Tirkiyeyê; Pakêta Çaksaziya Darazê ya 1'emîn hat aşkerakirin. Naveroka Pakêtê ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan ve hat aşkerakirin. Beriya aşkerakirina çaksaziya darazê, bi sazî û dezgehên hiqûqî re komxebat hatine kirin û piştî dan û stendinan ev çaksazî hatiye aşkerakirin. Hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar jî 2 meh berê li komxebatekê cih girtiye û dibêje; tenê dê di înfaza cezayê de kêmkirin çêbibe, ew jî dê bandoreke zêde li girtiyên siyasî û ramanî neke.
Mehmet Emîn Aktar-hiqûqnas, dibêje:"Li gorî naverokê em bibêjin ku kesên ku ji aliyê derbirîna fikir û ramanê ve hatine cezakirin, dibêjin em ê mafê temyîzê bidin wan. Ango ew ê dîsa werin cezakirin, berê tenê dihatin îstînafkirin, wekî em bibêjin serî li Dadgeha Bilind a Herêmî didan; li wê derê dema ku biryar bihata dayîn, bi dawî dibû. Îro dibêjin ku em piştî wê dikarin rêya temyîzê jê re vebikin. Ango em ê we ceza bikin lê belê hûn dikarin 2 caran îtîraz (nerazîbûn) bikin. Di encamê de tiştek nayê guherandin. "
Li gorî belgeya çaksaziya darazê ku tê payîn, piştî 23'ê Hezîrana 2019'an ango vekirina fermî ya Meclisa Tirkiyeyê, pêşkêşî parlementoyê were kirin; kesên nîvê cezayê xwe razabin, dê serbest werin berdan. Dîsa li gorî vê belgeyê, ji bo cezayên 5 salan dê rêya serlêdana Dadgeha Bilind were vekirin. Li gorî siyasetmedarên HDP'ê dibêjin; nêzîkî 12 hezar girtî ji ber siyasetê tên darizandin. Alîkarê Hevserokê HDP'ê ya Şaxa Diyarbekirê Saît Demîr jî dibêje; di vê pakêta çaksaziyê de ji bo Kurdan tiştekî berbiçav tuneye.
Saît Demîr-alîkarê hevserokê HDP'yê, Şaxa Diyarbekirê, dibêje:"Li gorî zagonên xwe yên heyî jî bimeşiyana, zagonên xwe yên heyî jî pêk bihaniyana, li gorî daxwazên ku li ser têkiliyên Yekîtiya Ewropayê ji wan tê xwestin tevbigeriyana, wekî Hevserokê Berê yê HDP'ê Selahadîn Demîrtaş û gelek girtiyên siyasî û fikir û ramanî; ew ê ev hemû hatibûna berdanê, em hemû di wê baweriyê de ne. Bes dema em bala xwe didin, em tiştekî di vê çaksaziya darazê de nabînin."
Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê; di nav 10 salên dawîn de hejmara dosyeyên ku gihîştine ber destên Serdozgeriyên Komara Tirkiyeyê; ji % 53 zêde bûye. Li gorî hiqûqnas dibêjin; belgeyên çaksaziya darazê yên berê hatibûn derxistin jî hene lê belê nayên pêkanîn. Hiqûqnas dibêjin; heta pêşî li azadiya fikir û ramanî neyê vekirin, dê reformên wiha zêde bandorên erênî nîşan nedin.