5 gundên Colemêrgê wekî herêmên ewlekarî yên taybet hatin ragihandin
Dorûbera 5 gundên Colemêrgê di çarçoveya operasyonên dijî PKKyê de wekî herêmên ewlekarî yên taybet hatin ragihandin.
K24- Hewlêr
Dorûbera 5 gundên Colemêrgê di çarçoveya operasyonên dijî PKKyê de wekî herêmên ewlekarî yên taybet hatin ragihandin.
Parêzgarê Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn: Di çarçoveya şerê dijî gerîlayên PKKyê de dorûbera 5 gundên ko li ser sînorê bajarokên Şemzînan, Gever, Çêlê û Derecîkê ne, wekî herêmên ewlekarî yên taybet hatine ragihandin. Dema qedexeya herêmên leşkerî îro destpê dike û heta 15 rojan berdewam dibe.