HDP daxwaz dike pêvajoya aştîyê dest pê bike
Hevserokên HDPê bi helkefta Cejna Remezanê peyamek weşandin û gotin: Hevîdarîn ev Cejne bibe destpêka aştîyê bo gelê Kurd û Tirk.
K24- Hewlêr
Hevserokên HDPê bi helkefta Cejna Remezanê peyamek weşandin û gotin: Hevîdarîn ev Cejne bibe destpêka aştîyê bo gelê Kurd û Tirk.
Perwîn Buldan û Sezayî Temeli, dan zanîn: Hêvîya wan ewe ku ji nû ve pêvajoya aştîyê were destpêkirin û bes xûn bihê rijtin.
Di peyama Hevserokên HDPê de hatîye: Tirkiye pêwistî bi aştîyeka berdewame, jîyana wekhevî û desturek hevdem heye ku armanca HDPê ye bo demokrasiyê.
Li gorî Buldan û Temeli, xaka welat têra hemû gelên Tirkiyê heye ku bi aramî ser bijîn û tekoşina wan jî bo demokrasî û aramiyê ye.
Herweha di peyamê de hatîye: Li ser van bingehan û bi hêvîya birayînîyeke mukim, cejna gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyê û muslmanan, pîroz dikîn.