Piştî 6 mehan malbata Abdullah Ocalan sedana wî dikin
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan piştî 6 mehan li gel malbata xwe hevdîtin dike.
K24- Hewlêr
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan piştî 6 mehan li gel malbata xwe hevdîtin dike.
Hat zanîn birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji bo hevdîtina cejnê ber girava Îmarliyê rê ketiye. Herwiha li gel Mehmet Ocalan, kes û karên 3 zindaniyên din ên Îmarliyê jî çûn giravê.
Mehmet Ocalan digel birayê xwe Abdullah Ocalanî berî niha bi 6 mehan, li 12ê Kanûna Paşînê hevdîtin kiribûn lê naveroka hevdîtina wan nehatibû eşkerekirin.
Herwiha qedexeya hevdîtinê ya li ser parêzerên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî piştî 8 salan, meha borî rabibû.