Civaknas û şirovekarên sîyasî helwêsta HDPyê bo piştîvanîya CHPyê dinirxînin
Hevseroka Gıştî ya HDP'ê Perwîn Bûldan ragihand ku dê hevserokên HDP'ê bixwe ji bo Hilbijartina Stenbolê, tevlî xebatên piştgiriya CHP'ê bibin. Buldan da zanîn ku di nav alîgirên wan de 200 hezar dengdêr hene ku naxwazin dengên xwe bidin CHP'ê û ew ê hewil bidin ku wan dengdêrên xwe qanih bikin.
K24- Amed
Hevseroka Gıştî ya HDP'ê Perwîn Bûldan ragihand ku dê hevserokên HDP'ê bixwe ji bo Hilbijartina Stenbolê, tevlî xebatên piştgiriya CHP'ê bibin. Buldan da zanîn ku di nav alîgirên wan de 200 hezar dengdêr hene ku naxwazin dengên xwe bidin CHP'ê û ew ê hewil bidin ku wan dengdêrên xwe qanih bikin. Civaknas û şîrovekarên siyasî, biryardariya HDP'ê ya ji bo piştgiriya CHP'ê û bandorên wê yên li ser dengdêrên Kurd nirxand. Li gorî şîrovekaran; HDP ji mafên Kurdan bêhtir hewila demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dide; li gorî civaknasan jî helwesta CHP'ê ya ku Kurdan bi nav nake; dê bandoreke neyînî li ser civaka bakûr bike.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan; dê vê hefteyê hevserok jî di nav de digel parlementer û rêxistina bajêr; hemû bi hev re li Stenbolê dadikevin qadan û bangeşiya namzedê CHP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû dikin. HDP vê helwesta xwe ya piştgiriya CHP'ê wekî piştgiriya biserxistina hêzên demokrasiyê dinirxîne. Lê ev helwest li bakûr hinek bi gazinc tê pêşwazîkirin. Şîrovekarê Siyasî Fahrî Karakoyûnlû got; Kurd û Kurdistanî her dem bi rêbaza bilêvnekirinê tune hatine hesibandin û CHP jî dewama vê hişmendiyê ye.
Fahrî Karkoyûnlû-şîrovekarê siyasî, dibêje:"Tu ji CHP'ê re çi bidî bidestxistin, tu ji bo wan çi bikî, vê nabêjin. Ev ne gotin an jî negotina hinek kesan e û ne di însiyatîfa serokê partiyekê siyasî de ye. Ev mesele, ev gotar, ev înkar, ev bilêvnekirin her dem heye; di demên berê de hinekan digot; dema hûn nebêjin, Kurd tunene."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Perwîn Bûldan di gotareke xwe de dide zanîn ku li Stenbolê 200 hezar dengdêrên wan hene ku naxwazin dengên xwe bidin namzedê CHP'ê. Bûldan diyar kir û ew ê li gorî lîsteyên rêxistinên wan ên Stenbolê, hevdîtinên bi gel re bikin, mal bi mal bigerin û hewil bidin ku van dengdêrên xwe ji bo dengdayînê qanih bikin. Civaknas Şêxmûs Sefer jî got: di pergalên siyasî de rêxistina civakekê çi bibêje; bi civakê xweş be jî ne xweş be jî li peyî daxwaza rêxistina xwe diçe û dê dengdêrên HDP'ê ji bo lîstina rista xwe ya siyasî; biçin ser sindoqan lewra dê bixwazin ku hêza dengên Kurdan car din nîşanî siyasetmedarên Tirkiyeyê bidin.
Şêxmûs Sefer-civaknas, dibêje:"Ji aliyekê ve bêalîbûn jî ji bo Kurdan xetereyeke mezin e. Ji ber ku dema bêalî bin, dê wê giraniya xwe û wê çalakbûna xwe û polîtîkbûna xwe di nav siyasetê de nikaribin nîşan bidin. Ji ber çi em dizanin? Piştî Hilbijartinên Herêmî, li Stenbolê, li Mêrsînê, li Enqereyê li Antalyayê; li her çar bajarên Tirkiyeyê yên sereke, dengên Kurdan bûn diyarde. Ji ber vê yekê jî Kurd wekî aktorekî di nav siyasetê de ne û herdu alî jî heta ji wan tê, naxwazin navên Kurdan bi lêv bikin. "
Li gorî civaknas û şîrovekarên siyasî dibêjin; dengdêrên Kurd di Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê de destnîşana xwe li bin serkeftina namzedên Tifaqa Milet xist û ji ber ku siyasetmedarên Tirkiyeyê hêz û bandora Kurdan li metropolên Tirkiyeyê dît; loma peyder pey navên Kurdan hildidin û qala mafê Zimanê Kurdî dikin. Li gorî wan; ev nêzîkahî ji bo bidestxistina dengên Kurdan bi pêş dikevin.