Dû mehên kritik pêşiyaTirkiye ne

Pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê ji ber mijara ji Rûsyayê kirina mûşekên S 400 di heyameke krîtîk de ye. Herî dawî ji aliyê wekîlê wezîrê berevaniya Amerîkayê Patrick Şanahan ve ji bo Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar nameyak hate şandin û di nameye de heta 31ê Tîrmehê dem ji bo Tirkiyê tê dayîn ku dev ji kirîna mûşekên S 400 berde.

K24-Ankara 

Pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê ji ber mijara ji Rûsyayê kirina mûşekên S 400 di heyameke krîtîk de ye. Herî dawî ji aliyê wekîlê wezîrê berevaniya Amerîkayê Patrick Şanahan ve ji bo Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar nameyak hate şandin û di nameye de heta 31ê Tîrmehê dem ji bo Tirkiyê tê dayîn ku dev ji kirîna mûşekên S 400 berde. Di nameyê de tê gotin ger Tirkiye ji kirîna mûşekên S 400 venegere di warê aborî de gemaroyên giran dê karîger bin ser Tirkiyê û dê bernameya hilberîna frokeyên f 35 yên şer bê derxistin. Niha mijara tê meraqkirin ew e Tirkiye dê rêyeke çawa bide pêşiya xwe?

Ev mijar di navbera Pisporên Tirkiyê de bûye sedema nêrînên cuda.

Li gorî prof. Dr. Sencer Îmerê ku li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê dixebite dibêje Tirkiye dê bi biryarî mûşekên S 400 bikire û li hemberî gefên Amerîkayê ber destê Tirkiyê jî çend hewlên cidî hene ku Amerîkayê bixe zorê.

Prof.Dr. Sencer Îmer -pisporê pêwendiyên navdewletî, dibîje: Berjevendiyên Amerîka û Tirkiyê di çi mijarê de li hev nagrin û Amerîka raste rast gefan li Tirkiyê dixwe. Lê belê Tirkiye bi biryarî mûşekên S 400 dê bistîne. Hemberî gefên Amerîkayê hewlên Tirkiyê jî hene. Tirkiye girêdayî Amerîkayê namîne, wek alternatîf ji bo frokeyên şer dê berê xwe bide Rûsya, Çîn û welatên Ewropa. Herwiha Enqere jî hemberî gemaroyênWashîngtonê xwe amade dike ku baregehên Amerîkayê yên li Tirkiyê jî bigre.

Beramberî vê yekê ji aliyê Rûsyayê ve jî daxuyaniyek hate ragihandin ku di nava 2 mehan de teqez dê mûşekên S 400 li Tirkiyê bêne bicihkirin.

Ji loma hin pisporên Tirkiyê ku bale dikşînin ser vê daxuyaniya Rûsyayê jî dibêjin Tirkiye ji bo ku Rûsyayê dilxweş bike û ji Amerîkayê dûr nekeve dê du planan bide pêşiya xwe.

Dr.Hasan Oktay-pisporê rojhilata navîn, dibêje: Tirkiye naxwaze bi Rûsyayê re pêvendiyên xwe têk bibe. Belê rast e Tirkiye bi biryare ku mûşekên S 400 bikire lê belê gemaroyên giran yên Amerîkayê jî benda Tirkiyê ne. Ji ber vê çendê Tirkiye ji bo ku Rûsyayê jî winda neke dibe ku Li Idlib û deverên di bin destê wê de yên li sûriyê vekêşe û beramberî vê yekê dema radestîkirina mûşekên S400 bide paş. Ya din jî dibe ku mûşekên S 400 ne din ava xaka Tirkiyê de li Nahcivana Azerbaycanê bê bicihkirin. Ev jî kêrî Amerîkayê tê.

Herwiha di 12ê Hezîranê de li Washîngtonê civîna welatên ku hilberîna frokeyên F35ê dikin tê liradxistin û Tirkiye ku yek ji wan welatane ji bo wê ciwîna krîtîk nayê vexwandin. Ligel vê yekê tê çarerêkirin ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump di çarçoveye lûtkeya G20an de li Japonyayê bên bal hev du û mijara S400 û F35an binirxînin.