Mehemed Mursî, serokê berêtir yê Misrê wexera dawîyê kir
Televizyona fermî ya Misrê belav kir ku Mehemed Mursî, serokê berêtir yê Misrê di dema dadgahîkirinê de di hola dadgehê de wexera dawîyê kirîye.
K24- Hewlêr
Televizyona fermî ya Misrê belav kir ku Mehemed Mursî, serokê berêtir yê Misrê di dema dadgahîkirinê de di hola dadgehê de wexera dawîyê kirîye.
Hikuemata Misrê rewşa awarte ragehand û rêkarên ewlehîyên tund xistîye pêşîya xwe.
Mehemd Mursî piştî xwepîşandanên Behara Erebî û li 30yê Xizrana 2012 bi hilbijartin bû pêncem serkokê Misrê û dawî bi serokatîya 30 salîya Husnî Mubarek anî; lê piştî salekê û li 3yê Tîrmeha 2013yê bi kudeta li ser desthilaê hat rakirin û piştî wî yekê jî qonaxa veguheztinê hat danan û hilbijrtin hatin encamdan û Ebdûlfetah Sîsî cihê wî girt.
Bi tuhemeta teror û destkîsîyê (Casûsyê) Mûrsî dane dadgehê û everoj jî di hola dadgehê de û di dema dadgeahîkirnê de canê xwe ji dest da.