Pênaseya welatîyên binyad Kurd dibe cihê genegeşeyê
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglû di weşana zindî de hatin hember hev û dema bang li hilbijêrên Kurd kirin gotina "welatiyên binyad Kurd" bi karanîn. Ev yek ji aliyê Kurdan ve rastî bertekan hat û siyasetmedarên Kurd û çavdêrên siyasî amaje dikin ku ev pênase nîşaneya bêtehemmuliya hebuna Kurd e ku nêrîneke dîrokî ye.
K24- Amed
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglû di weşana zindî de hatin hember hev û dema bang li hilbijêrên Kurd kirin gotina "welatiyên binyad Kurd" bi karanîn. Ev yek ji aliyê Kurdan ve rastî bertekan hat û siyasetmedarên Kurd û çavdêrên siyasî amaje dikin ku ev pênase nîşaneya bêtehemmuliya hebuna Kurd e ku nêrîneke dîrokî ye.
Siyasetmedarên Tirkiyeyê di gelek gotarên xwe de dema behsa Kurdan dikin an jî bang li Kurdan dikin gotina "welatiyên binyad Kurd" bi kar tînin ku herî dawî namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglû jî dema di weşana zindî de hatin hember hev dîsa ev pênase bi lêv krin. Ev pênase ji aliyê Kurdan ve rastî bertekan hat ku Serokê Partiya Komunîst a Kurdistan Sînan Çîftyurek jî dibêje ev yek nîşaneya bêtehemmuliya dîrokî a li hember Kurdan e.
Sînan Çîftyurek- serokê Partiya Komonîst a Kurdistan-,dibêje:"Rejîma Tirkiyeyê û kadroyên wê yên nijadperest heta ji wan tê ji gotina Kurd û Kurdistan dur dikevin. Dema ku neçarbin bi kar bînin jî wiha dibêjin. Berê ji Kurdan re digotin "tirkên sere çiya" îro vaye Kurdan terfi kiri ne! Dibêjin welatiyên bi koka xwe Kurd. Em vê gotinê şermezar dikin."
Siyasetmedarên ku ji dêvla rasterast bêjin Kurd dibêjin "welatiyên binyad Kurd" bi piranî li Rojavayê Tirkiyeyê vê pênaseyê bi kar tînin û çavdêrên siyasî dibêjin ev nêrîn di rastiya xwe de qebulkirina bişaftinê ye jî. Çavdêrê Siyasî Reha Rûhavîoglû tîne zimên ku divê êdî ev nêrîn were guherîn û bi awayeke fermî jî derbarê vê yeke de guherîn çêbin.
Reha Rûhavîoglû- çavdêrê siyasî- dibêje:"Ji xwe ên ku herkesi bi binyad dihesibînin, ji vê yeke re nabêjin asîmîlasyon. An jî asîmîlasyonê tiştekî erênî dibînin. Ji ber ku divê herkes bibe Tirk. Divê Kurd jî bibe Tirk, Laz jî bibe Tirk, Çerkez jî bibe Tirk. Ji wan re asîmîlasyon ne tawan e. Ev yek pirsgirêk e."
Siyasetmedarên Kurd û çavdêrên siyasî dibêjin gotina "welatiyên binyad Kurd" nêrîneke fermî ya Komara Tirkiyeyê ye û berê binyad Kurd jî nedihate qebulkirin. Bang tê kirin ku maddeya Makezagonê ya pênasekirina hemwelatîbûnê ku hemu welatiyan wek Tirk dide pênasekirin were guherîn.