Nerîna alîyên Kurdî li ser egera proseyeke nû

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser egera jinûve destpêkirina proseya aştî û çareserîyê didomin. Lê belê alîyên Kurd bi şik û guman lê dinêrin û dibêjin, hêj nîşaneyên vê yekê tam derneketine holê.

K24-Ankara

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser egera jinûve destpêkirina proseya aştî û çareserîyê didomin. Lê belê alîyên Kurd bi şik û guman lê dinêrin û dibêjin, hêj nîşaneyên vê yekê tam derneketine holê. Li gorî Cîgirê Serokê PSKê Alaatîn Aras, heta hevpeymanîya AKPê li gel MHPê bidome proseyeke nû nemimkun e. Herwiha Serokê Hak-Parê Refîk Karakoç jî dibêje, heke proseyeke nû destpê bike. ew amade ne ku piştgirî bidin. Alîyên Kurdî dibêjin, heke proseyeke nû destpê bike divê hemû alî û partîyên Kurdî mixatab bên girtin.

Ev demekî ye ku li Tirkîye û bakurê Kurdistanê piştî hevdîtina li gel rêberê PKKê Evdillah Ocalan û peyamên wî yên bo aştîyê li ser jinûve destpêkirina proseya çareserîyê gotegot û nîqaş tên kirin. Li alîyê din bi nêzîkbûna hilbijartina şaredarîya Stenbolê jî rayedarên hikûmeta Tirkîyeyê peyamên germ didin Kurdan. Lê belê alîyên Kurd bi şik û guman nêzikî helwesta hikûmetê dibin û berîya hilbiajrtina Stenbolê van daxuyanîyan bo qanihkirina dengdêrên Kurd wek taktîk dinirxînin.

Cîgir Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê Alaadîn Aras li ser mijara jinûve destpêkirina proseya çareserîyê dibêje, heta Ak Partî hevpeymanîya xwe ya li gel MHP'ya partîya nîjdaperest û şovenîst bidomîne nemimkun e ku ew berê xwe bide Kurdan û proseyeke nû ya çareserîyê bide destpêkirin.

Alaadîn Aras- cîgir serokê PSKê, dibêje:" Ez bawer nakim ku hikûmeta Tırkîyeyê ji bo çareserîya pirsa Kurdî gavan biavêje. Bawerîya min tune ye. Heta ew bi aprtîya şovenîst ra, bi Dewlet Bahçelî ra, şirîkatîyê bike ev naçe serî. Lê gava ku şirîkatîya xwe ya li gel MHPê xirab bikin, mimkun e ku wê demê hin gavan biavêje. Me ji berê jî digot pirsa Kurd û Kurdistanê bi Kurdan, pirsa çekdarîyê jî bi PKKê ra biaxivin."

Li alîyê din Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan Hak-Parê Refîk Karakoç jî dibêje bes bi peyamên Ocalan proseyeke nû destpê nake û ji bo proseyeke nû lazim e her dualî hin pêngav bavêjin da ku meseleya Kurd bi rîyên aştîyane bête çareserkirin.

Refîk Karakoç-serokê giştî yê Hak-Parê, got:" Proseyeke nû ji bo tiştên baş derkeve holê, em dikarin piştgirî bidinê. Lê belê hîn li holê tişt tune ye, nîşaneya vê xuya nake. Yanê ji bo Kurdan hêj tişt xuya nake. Em dibêjin meseleya Kurdan meseleya sîyasî ye. Divê ji alîyê sîyasî va bê çareserkirin. Di vî warî da proje û pêşnîyarên me hene. Ji bo vê kî bêje ez heme em ê alîkarîya wan bikin."

Alîyên Kurdî yên derveyî HDPê, destnîşan dikin ku heke proseyeke nû ya çareserîyê dest pê bike; divê mixatabê vê yekê bes PKK û HDP nebe û lazim e ku hemû partî, sazî û alîyên Kurd û Kurdistanî jî ji proseya berê cudatir di proseya nû da xwedî rol û gotin bin.