Şam: Tirkiye bi berdewamî hevkariya grûpên terorist dike
Nûnerê herdemî yê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî ragihand, rêjîma Tirkiyê rêzê li cîrantiyê nagire û bi berdewamî hevkariya grûpên terorist dike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê herdemî yê Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Caferî ragihand, rêjîma Tirkiyê rêzê li cîrantiyê nagire û bi berdewamî hevkariya grûpên terorist dike.
Duhî Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê rewşa Idlibê de civiyabû. Di civînê de Nûnerê Sûriyê di Netewên Yekgirtî de Beşar Caferî got: “Em û Tirkiyê bi hukmê dîrok û ceografyayê li vê navçeyê dimînin.
Derbarê Idlibê de Caferî got, hemû endamên Encûmena Asayişa Navdewletî dizanin pirsgirêkek li Idlibê heye û divê serderî pê re were kirin, lê ew sedema vê pirsgirêkê piştguh dikin û bi berdewamî Tirkiyê û hevalbendên hevkariyan pêşkêşî grûpên teroristan dikin û ji rêkeftinên Astana û Sochi yên derbarê “herêma kêmkirina aloziyan” de pabend nabin.
Got jî: Vê yekê hîşt Bereya Nusrayê ya terorist bi hezaran terorist di nava xwe de bihewîne û Idlibê û hin navçeyên derdora wê kontrol bike, welatiyên sivîl wek mertalên mirovî bikar bîne û hovîtirîn tawanan bi mafê wan bike. Bereya Nusrayê avahiyên giştî kirine navendên girtina welatiyên ne bi bîrokeyên wê yên tekfîrî re ne û wan eşkence dide.
Li gor lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê di civîna Astana 6 de û di çarçova rêkeftina “Kêmkirina aloziyan” li Sûriyê de, artêşa Tirkiyê 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê ava kirin. Di çend rojên bûrî de jî, artêşa Sûriyê 2 navendên çavdêriyê topbaran kiribûn.
S. B