Erdogan: Em dê Amerika bidin Dadgeha Navneteweyî
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan eşkere dike: Kirîna mûşekên S400 peymanek dawîhatiye û dê di 15ê Tirmehê de werin radestgirtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan eşkere dike: Kirîna mûşekên S400 peymanek dawîhatiye û dê di 15ê Tirmehê de werin radestgirtin.
Erdogan digel sazî û dezgehên medyayê yên biyanî kom bû û di derbarê krîza S400an de tekez kir ko: Dê Tirkiye di 15 Tirmehê de mûşekên S400 radest bigre û cihê danîna wan jî, ji aliyê arteşa wan ve hatiye diyarkirin. Pêvajoya radestgirtina mûşekan berdewam e, lê peyman dawî hatiye.
Erdogan amaje kir, ko ger Amerîka ji ber kirîna S400an Tirkiyê ceza bike, ew dê bersiva Amerîkayê bidin û bêdeng naming in. Ger Tirkiye ji bernameya balafirên F35 were derxistin, ew dê serî li dadgehên navnetewî bidin.
C.B