Ebdûllah Ocelan daxwazîyek arasteyê HDPyê kir

Ebdûllah Ocelan rêberê PKKyê daxwaz ji HDPyê dike li hilbijartinên Istanbolê, di navbera AKP û CHPyê de bê layde bin.

K24- Hewlêr

Ebdûllah  Ocelan rêberê PKKyê daxwaz ji HDPyê dike li hilbijartinên Istanbolê, di navbera AKP û CHPyê de bê layde bin.

Dr. Elî Kemal Ozcan, çavdêrî sîyasî û seydayê zankoyê, di kongireyeka rojnamevanî de û di dema vexwîndina nameya Ocaln de ragehand: Bikaranîna zimanê tund xizmeta pirsa Kurd li Turkîyayê dijwartir dike.

Ragehand jî: Pêdivîye HDP di dema hilbijartina Istanolê  de xwe dûr bixe ji alîgirîya her alîyekê.

Roja Yekşmebîyê, 23/6/2019 hilbijartina bajarê Istanbolê dûbare dihê encamdan, ev jî piştî wê yekê dihê ku di hilbijartina berê de bi cudahîyeka kêm kandîdê CHPyê şîya bi awayek pêşbînî nekrî bi ser kandîdê Partîya desthilatdae AKPyê re serkeve, ev yek jî bû cihê nerazîbûna AKPyê û daxwz kir dûbare hilbijartin li wî bajêrî bihê encamdan.