Li Tirkiyê Koçber ji gelek mafan bê par dimînin
Komeleya mafê mirovan ya stenbolê ve li ser roja navnetewî ya koçberan raporek belav kir .Li gor vê raporê li Tirkiyê nêzîkî 4 milyon koçber dijîn û ji van koçberan 3 milyon û 600 hezar kes ji koçberên Suriyeyî pêk tên. Di raporê de hat ragihandin li gel vê hejmara zêde ya koçberan li Tirkiyê koçber ji gelek mafên sereke yên wek perwerde,tendirûstî û aborî bêpar dimînin.
K24-Istanbul
Komeleya mafê mirovan ya stenbolê ve li ser roja navnetewî ya koçberan raporek belav kir .Li gor vê raporê li Tirkiyê nêzîkî 4 milyon koçber dijîn û ji van koçberan 3 milyon û 600 hezar kes ji koçberên Suriyeyî pêk tên. Di raporê de hat ragihandin li gel vê hejmara zêde ya koçberan li Tirkiyê koçber ji gelek mafên sereke yên wek perwerde,tendirûstî û aborî bêpar dimînin.
Ji aliyê komeleya mafê mirovan ya stenbolê ve li ser 20 Hezîranê roja navnetewî ya koçberan raporek hat belav kirin.Di vê raporê de hat ragihandin niha li Tirkiyê zêdetirî 4 milyon koçber dijîn û ji van zêdetirî 3 milyon û 600 hezar kes ji koçberên Suriyeyî pêktên û nêzîkî 400 hezar koçberên ji welatên wek Iraq,Afganîstan ,pakîstan û welatên dî jî li Tirkiyê dijîn.Di raporê de herwiha hat ragihandin koçber rastî gelek neheqî û binpêkirinên mafê mirovan tên û di karan de bi erzanî tên xebitandin,tevlî bandên sucan tên kirin û rastî destdirêjiyê tên.Seroka komeleya mafê mirovan ya Stenbolê Gulseren Yolerîyê jî ragihand li hember vê hejmara zêde ya koçberan li Tirkiyê dezgehên ku bikare pêwîstiyên koçberan pêk bîne gelekî kêm in ji ber wê koçber ji gelek mafên sereke yên wek perwerde ,tendirustî ,aborî û yên dî bêpar dimînin.
Gulseren Yolerî-S seroka Komele ya Mafê Mirovan ya Stenbolê, got:''Li tirkiyê li gel hebûna bi milyonan koçberan dezgehên ku pêwîstiyên koçberan pêk bînin gelekî kêm in.Koçber ji Gelek pêwîstiyên sereke yên wek perwerde, ,tendirûstî û aborî yê bêpar dimînin.Van salên dawiyê de yek ji welatê ku herî zêde koçber lê bicihbûyîn Tirkiyeye lê Tirkiye ji bo peyda kirina pêwîstiyên koçberan berpirsyariyê nagire ser xwe û koçberan dihêlê hêviya wan ve. Ev jî koçberan dike nav rewşeke xerab de.''
Li gor vê raporê koçberên hatîn Tirkiyeyê herî zêde li bajarên wek stenbol,Antalya û Enqereyê bicihbûne û li stenbolê 504 hezar koçber,li Antalyayê 101 hezar koçber û li Enqereyê jî 86 hezar koçber bicihbûne.Ji van koçberan jî di sala 2018ê de 856 hezar kesan û di 6 heyvên îsal de jî 992 hezar koçberan mafê demkî yê lêrûniştinê bidestxistine.
Ferît Barut- endamê Komîsyona Koçberan, dibêje:''Li ser mijara koçberan niha pirsgirêka herî mezin ewe ku hêzên desthilatdar koçberan ji bo berjewendiyên xwe bikartînin.Koçber ji aliye aborî,sîyasî û civakî ve têne bikaranîn.Her çiqes hin alî bêjin em alikariya koçberan dikin jî di rastiyê de koçber ji aliye sîaysî û aborî ve alikariya Tirkiyê dikin .''
Di vê raporê de hat ragihandin ji 1 milyon û 670 hezar koçberên zarok yên Suriyeyê têne 648 hezar zarok li dibistanan perwerdeyê dibinin.Herwiha hat ragihandin di sala 2018 de 2 hezar û 217 koçber dema ku li ser deryaya spî re derbasî Ewropayê dibûn jiyana xwe ji destdane û bi giştî di vê salê de 4 hezar û 476 hezar koçber di rêyên koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane.