Karayilan: Dengê xwe nedin Bînalî Yildirimî
Murat Karayilan bang li kurdên Stenbolê dike: Dengê xwe nedin Bînalî Yildirimî.
K24- Hewlêr
Murat Karayilan bang li kurdên Stenbolê dike: Dengê xwe nedin Bînalî Yildirimî.
Fermandarê Biryargeha Navendî yê Parastina Gel Murat Karayilan dibêje rejîma AK-Partî û MHPyê ji bo kurdan xeter e.
Got jî: Yên ko dikarin vê xeteriyê hilweşînin kurd in. Divê kurdên Stenbolê dengê xwe nedin zordestan û wisa bikin ko AK-Partî û MHP careke din şikestinê bixwe. Dengdayîn bo Bînalî Yildirim tawan e.
Heweha Karayilan got: Divê kurdên Stenbolê dengê xwe nedin Bînalî Yildirim û nebin hevkarê komkûjiyên dijî kurdan.