Hilbijartinên Stenbolê bi dawî hat û vê carê jî CHP serkevt
Encmaên berahîyê yên hilbijartina Şaredarîya Stenbolê hat ragehandin û Îmamoglu kandîdê CHPyê rêjeya 54% ji dengan bi dest xwe ve anî û Bînalî Yeldirim Kandîdê AKPyê tenê şîya 45.1 ji dengan bi dest xwe ve bihîne.
K24- Hewlêr

Di daxuyanîyekê de piştî ragehandina encamên berahîyê, Bînalî Yeldirim, kandîdê AKPyê pîrozbahî li Îmamoglu, kandîdê CHP kir û ragehand: Dengên Ekrem Îmamoglu, Kandîdê CHPyê bo serokatîya şaredarîya Stenbolê li pêşîya dengên mine.
Yeldirm got jî: Hilbijartin bi awayeke Demukratî birêve çû.
Li beranber Ekrem Îmamoglu, kandîdê CHPyê di kongireyeka rojnamevanî de ragehand: Pîrozbahîyê li gelê Turkîya dikim û tekez jî kir ku serkevtina CHPyê li Stenbolê piştîvanîyeka mezine bo piroseya aştîyê li Turkîayê.
Herweha Îmamoglu daxwaz ji Komisyona Bilinda Hilbijartinên welatê xwe kir, ti sindûqên dengdanê pûç neke.
Di pişkeke dîya kongireya rojnamevanî de got: Supasîya wan Kurdan dikim ku akincîyên Stenbolê ne û di hilbijartinê de bawerî û mitmane dane min û hevkar bûn daku divê hilbijartinê de serkevtinê bi dest xwe ve bihînim.