Civîna serok Barzanî li gel kiçên Êzdîyan
Îman yeke ji qurbanîyên destê Da'şe ku bêtir ji salekê di destên wan de bû hemû corên zolim û nexweşyê dîtin.
K24 -Şengar
Îman bi dîtna serok Barzanî gelek keyf xoşe û dibîje: Serok herdim piştîvanê Êzdîyane.
Îman yeke ji qurbanîyên destê Da'şe ku bêtir ji salekê di destên wan de bû hemû corên zolim û nexweşyê dîtin.
Nêzîk 50 keçên din li gel Îmanê bûn di dema serok Bazanî pêşwazî li wan kirî ku hemû ji destên Da'şi bi rêka nivîsîngeharigarkirina Êzdîyan hatibûn rizgarkirin. Hemû revandîyan daxwazên xwo gehandin serok Barzanî wî jî ji alyê xwe ve piştîvanya xwe ya bihêz bo daxwazîyên wan dîyar kir.
Xalên herî gring ku hatîne behiskirin di nevbera Barzanî û rizgarbûyên destê Da'şê çend xal bûn ku hewil bihêne dan yên mayî jî rizgarbibin û Şingar bihê avedankirin û gurên bikum bihên parastin û ji vê jîyanê qurtal bibin û mafên wan berze nebe
Di dema kontirolkirina devera Şingarê ji alyê Da'şi ve 6417 kes hatbûn revendin ji wan 3471 hatîne rizgarkirin Ku 3458 kiç û jin bûn lê ta niha 1184 bê ser û şûnin.
Serok Barzanî tekeza wê yekê kir rewşa Şingarê pêtivye bihê goherîn û Êzdî ji vê rewşê derkevin û ew herdem piştîvanin ji bo Êzdîyan