Çekdaran 16 kes ji gundekî Efrînê revandine

Li Efrînê revandina welatiyan, dizîna berhemên cotkaran, ferzkirina bacan li xelkê û şewitandina dar û daristanên herêma Efrînî berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê revandina welatiyan, dizîna berhemên cotkaran, ferzkirina bacan li xelkê û şewitandina dar û daristanên herêma Efrînî berdewam dike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, Polîsa Leşkerî û grûpa Lîwaya El Fatih ve li gundê Ereba yê navçeya Mabeta roja 14ê vê mehê Gerînendeyê Dibistanê Elî Henîf Mihemed û mamosteyê dibistanê Firas Ezet Henan û welatiyekî din bi navê Mistefa Yûsif revandin û li hember berdana wan daxwaza 150 hezar Lîreyên Sûrî kirine.

Diyar kir jî, roja 19ê vê mehê jî 7 welatî li heman gundî revandine, navên wan jî wiha ne: Îbrahîm Xelîl Cimkî, Nesret Mihemed Intabî, Mistefa Reşîd Yûsif, Zekeriye Îbrahîm Pehpo, Mihemed Ehmed Hebeş, Seîd Ebdîn Cimkî û Reşîd Nûrî Hebeş.

Wê rêxistinê amaje bi yekê jî kir, li gundê Ereba hejmarek Kurd berî salekê û du mehan ve ji roja 3.4.2018an ve hatine revandin û hîna çarenivîsa wan ne diyar e. Navên wan jî: Ciwan Mihemed Nûr Yûsif, Îbiş Îbrahîm Xelîl Hebeş, Welat Hesen Teşî, Mistefa Ebdilrehman Pehpo, Mihemed Zekeriya Teter û Xelîl Hesen Hesen in.

Rêxistina Mafên Miravan li Efrînê di beşeke din a raporta xwe de ragihand, li bajarê Efrînê, jinek bi navê Kurdistan Hesen dema xwast nasnameya ya nû derxist, Rêveberiya Karûbarên Îdarî ya Efrînê navê guhartin û kirin “Gulistan Hesen”. Tevî ku wê çend caran li wê dezgeha ji aliyê Tirkiyê ve hatiye danîn vegeriya, lê navê wê serast nekirine.

Kurdistan Hesen bang li rêxistinên yasayî û mirovî dike, li hember van binpêkirinan rawestin û navê wê yê rast bê tomarkirin, ji bo ku karibe mafên xwe yên medenî bikar bîne.  

Li gundê Qitmê yê navçeya Şera grûpên çekdar bi hinceta ku wan ji diziyê diparêzin, baca 2 heta 3 hezar Dolar li malên nêzîkî riya Heleb – Efrînê ne, ferz kiriye.  

Li navçeya Bilbilê agirek bi daristana çiyayê gundê Haziro ketiye û ew agir gelekî fereh bûye û hejmarek mezin ji daran hatine şewitandin.

Li gundê Şingêlê jî fermandarê grûpa El Hemzar Ebo Zekor piştî ku hemû mûsima pelemêwên gundiyan dizî, niha bacê li gundiyan ferz dike.

Li navçeya Cindirêsê jî, welatiyê ji gundê Axcelê Ristem Misto dema bi motorsîklê ji Cindirêsê diçû Rifetiyê, lê nêzîkî rêbenda çekdaran agir pêket û şewitî, piştî ew rakirin nexweşxaneyeke Tirkiyê, li wir canê xwe jidest da.

 

Nasnameya Kurdistan Hesen ya berê û ya nû.
Nasnameya Kurdistan Hesen ya berê û ya nû.

 

S. B