Erdogan: Serdankirina Ocalan biryara wezreta navxwe û MÎT e

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan berî serdana xwe bo Japonê û beşdarîkirinê di civîna welatên G-20 de, axivî. Erdogan li ser hevdîtina Alî Kemal Ozcan, mamostayê zanîngehê a ligel Ocalan diyar kir ew bi biryara Wezareta Navxwe û Dezgeha Hewalgiriyê ya Tirkiyê (MÎT) çûye Îmraliyê.

K24- Hewlêr

Erdogan got: Li Tirkiyê, li gor yasayan hatiye diyarkirin ka sazî di çi şert û mercan de dê kar bike,. Niha diyare çi sazî û di çi şert û mercan de destûrê dê bide kesan ku serdana girtiyan bikin.

Got jî: Serdan kiriye û pêngavek wisa hatiye avêtin. Ji bo vê yekê jî wezareta me û hêj zelaltir jî MÎT destûrê dê bidin ka kî û çi xebatê bikin, li gor yasayan diyare. Ew jî temaşa wan dengên nakin ewên ji opozisyonê tên. Wezaretê jî lêkolîn li evê serdanê kiriye û bi vî awayî biryar daye. Bûyer wisa hêsan e.