Serok Barzanî ligel endamên Fraksiyona PDKê li Parlemana Kurdistanê civiya
Serok Mesûd Barzanî li gel Serok û Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlemena Kurdistanê civiya.
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Mesûd Barzanî li gel Serok û Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlemena Kurdistanê civiya.
Di vê kombûnê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û ronahî xiste ser erkê dîrokî yê PDK û endamên wê û tekez li wê yekê kir ku Nûnerên PDK li Parlemena Kurdistanê Nûnerê dîrok û biha û armancên PDK ne û pêwîst e nûnerên PDK li Parlemen li asta wê berpirsiyariyê bin ku li ser milê wane û berevanê daxwaz û êş û azarên xelkê Kurdistanê bin.
Tekez jî li wê yekê kir, endam û nûnerên PDK divê rastgo bin li gel xelk û daxwaziyên wan bigihînin cihên mebest û tu demek jî ji muzayedekirin û axaftinên bê kirin ve nêzîk nebin.
Her di vê civînê de Serok Barzanî di derbarê guhertinên dawî yên siyasî ya li asta navdewletî û herêmî û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê berçavrûnî û şîretên pêwîst kirin.
