Perlamana Kurdistan gera Buharê dirêj dike û valaneya Havînê gîro dike

Biryare roja Yekşembîyê 30/6/2019 perlemana Kurdistanê bicive û li gor bernameya karê Perlemanê jî di wê civînê de biryar dihê dan li ser dirêjvekirina gera Buharê ya Perlemanê û gîrokirina valaneya Havînê.

K24- Hewlêr

Di bernameya karê Perlemana Kurdistanê de bo roja Yekşmbîyê hatîye, civîn li ser dirêjvekirina gera Buharê ya sala yekem ji gera hilbijartina pêncema Perlemana Kurdistanê, li gor movika  çarem ji maddeya heftem a peyrewa navxwe ya perlemanê Kurdistanê dibe.

Zêdan Biradostî, perlemantarê Partîya Demukrata Kurdistanê jî raghenad, Yekşembîya Dahatî perlemana Kurdistanê  dê bicive bo dirêjkirina gera  xwe ya Buharê û kêmkirina valaneya xwe ya Havînê.

Got jî armanc ji dirêjivekirina gera Perlamanê ya Buharê bo dengdanêye li ser kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê.

Amaje bi wê yekê jî da ku bi dengên zêdetir ji 50 endam perlemanan dibe gera Buharê bihê dirêjvekirin.