Li Rihayê leşkerên Tirkan bi ser hejmarek malên HDPîyan dadan û 7 kes girtin
Li Navçeya Serêkaniya Riha ya Bakurê Kurdistanê, leşkeran bi ser hejmarek malên HDPîyan dadan û 7 kes girtin.
K24- Hewlêr
Li Navçeya Serêkaniya Riha ya Bakurê Kurdistanê, leşkeran bi ser hejmarek malên HDPîyan dadan û 7 kes girtin.
Leşkeran, mala Endamê Meclisa Şarawaniyê Dilan Ablay dorpêç kirin û bi dozeran baxçwya mala wan kolan bi û lêgerîn pêk anîn.
Di Operasyonê de Drone hatin bikar anîn û dergehên malan şikandin û ketin nav xêzanan, di encama serdagirtina malê de, 7 kes ku 2 zarok bûn, hatin binçav kirin.
Leşkeran, di Taxa Mehmed Akif Ersoy de jî, dergehên malan şikandin û ketin nav xêzanan, di nav vê taxê de jî, demek dirêj lêgerin pêk anîn.
Li Taxêa Yenîşahrê jî, polisan bi ser hejmareke malên welatiyan dagirtin û pîremêrek bi nave Zubeyîr Ablay eşkence dan ku paş re gihandin nexweşxanyê.